Kissinger ji bo bidawîbûna şerê Ukraynayê 3 senaryoyan eşkere dike

.

Wezîrê berê yê Derve yê Amerîkayê Henry Kissinger 3 senaryoyên pêşbînîkirî ji bo bidawîbûna şerê Ukraynayê eşkere kir.

Wezîrê berê yê Derve yê Amerîkayê Henry Kissinger 3 senaryoyên pêşbînîkirî ji bo bidawîbûna şerê Ukraynayê eşkere kir.

Henry Kissinger ji kovara The Spectator re ragihand, eger Rûsya gihiştibe cihê ku dixwaze, şer dê bi dawî bibe.

Kissinger diyar kiriye, pêwîstiya Rûsyayê bi wê yekê heye ku bi rêjeya %20ê axa Ukraynayê kontrol bike, ew jî li herêma Donbas pêk hatiye, deverên pîşesazî û çandiniyê, beşek ji deverên bender ên li ser Deryaya Reş, ev ji bo Moskowê ragihandina serkeftinê ye.

Herwiha eşkere kir, di vê demê de rola NATO girîng nîne, her weke beriya niha dihat pêşbînîkirin.

Henry Kissinger eşkere dike, senaryoya duyem, derxistina artêşa Rûsyayê ji Ukraynayê ye, bi taybetî ji navçeya Qirimê, herwiha di dema berdewambûna şer de, metirsiya derbasbûna nav welatên Ewropayê heye.

Senaryoya sêyem, vegera rewşê bo beriya 24ê Sibatê û beriya destpêka şer, ev jî bi rêya pirçekkirina Kîevê dibe, an jî Ukrayna di siberojê de bibe endama NATO.

(K24)

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand