Kî ket hundir û civîna HSD û Şamê têk bir? Sîpan Hemo eşkere dike

.

Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Sîpan Hemo, hûrgiliyên civîna dawî ya bi hikûmeta Sûriyeyê re û sedemên êrişa li ser taxa Şêx Meqsûdê eşkere kirin.

Sîpan Hemo ragihand ku lihevkirina wan a bi Şamê re ji aliyê "rayedarekî dewletê" ve hatiye xerakirin.

Endamê Fermandariya Giştî ya HSDyê Sîpan Hemo ji Ronahî TVyê re axivî û diyar kir ku di mijara tevlîbûna HSDyê ya nav artêşa Sûriyeyê de pêşketinên erênî hebûn û hêzên navneteweyî navbeynkarî dikir.

Sîpan Hemo destnîşan kir ku her du aliyan jî madeyên lihevkirinê qebûl kiribûn.

"Rayedarê dewleteke din ket hundir"

Sîpan Hemo behsa kêliya guherîna helwesta Şamê kir û got:

"Em çûn civîna dawî, civîneke erênî bû û hêzên navneteweyî dixwest encam ji raya giştî re were ragihandin.

Tam di wê demê de rayedarekî din ê dewletê ku ez navê wî nadim ket hundir.

Dema dît civîn erênî derbas dibe, Berpirsê Îstixbaratê û Wezîrê Parastinê bi xwe re birin derve.

Dema vegeriyan gotin 'Em di vê qonaxê de ti daxuyaniyan nadin, bila bimîne 7 an 8ê mehê'."

"Lîstika li ser Şêx Meqsûdê"

Fermandarê HSDyê da zanîn ku diyar bû lîstikek tê plankirin û piştre zimanê gefê yê li dijî Şêx Meqsûdê zêde bûye.

Sîpan Hemo li ser helwesta HSDyê ya li hemberî şerê li taxên Kurdan got:

"Meclisa Taxa Şêx Meqsûdê biryara berxwedanê da. Her çi qasî em wekî HSDyê ji wir vekişiyabin jî me rêz li biryara wan girt û em li pişta wan sekinîn.

Şansê me yê din tune bû ji bilî xwedîderketina li vê biryarê."

Rola medyayê û dewletên derve

Sîpan Hemo bal kişand ser rola dewletên derve di êrişê de û wiha axivî:

"Çapemenî baş dizane ku nûçeya êrişa li ser Şêx Meqsûdê ne çapemeniya Sûriyeyê, çapemeniya derve ragihand.

Rayedarên hinek dewletan heman rojê li Şamê bûn û peyama piştevaniyê dan wan. Bi wê piştgiriyê şerê li dijî Şêxmeqsûdê dan destpêkirin."

Kurdistan Haberleri

SOHR: Li Şêx Meqsûd 300 sivîl bi şêweyekî hovane hatin girtin
Trump: Rayedarên Îranê telefon kir, diyalogê dixwazin
Netanyahu: Piştî rûxîna rejîmê Îsraîl û Îran dê bibin hevparên hev
Umêd Xoşnaw: Ji ber êrişên li ser Helebê pêşangeha Sûriyeyê nayê vekirin
Li bajarê Almanya HERNE jibo Rojava xwepêşandan