Di pişta miletê Kurd de, li herçar beşên Kurdistanê, dikarim bêjim li tevaya dinyayê xencerên sereke du dewletên dagîrkerin. Îran û Tirkîye. Iraq û Surîye her çiqasî du dewletên dagîrker bin jî, di rastîya xwe de çeteyên dagîrkerin. Êdî ew ne wek dewlet lê wek çeteyên Îranê tevdigerin. Iraq ta redeyekê xwedî hukumet be jî, bi destên çeteyên Îranê ve birêve diçe. Sûrîye ji alîyê Îranê ve dîl hatîye girtin.
Îran di nava vî 40 salên dawîn de, bi navê îslamîya sîyasî ya mezheba Şîa, li tevya rojhilata nêz, rojhilata naverast û bakurê Efrîqayê tevdigere. Berbelavkirin û birêkxistina hîlala Şîa, di van herêmên navborî de, ji refah, serfîrazî û berjewendîyên hemwelatîyan yên aborî û sîyasî, zêdetir girîng û mirov dikare bêje ku esasin. Îran bûye Komara darvekirin, kuştin û zîndankirina cûwanên Îranî. Bêgûman wek li beşên Kurdistanê yên din jî, li rojhilatê Kurdistanê, bi hovane cuwanên Kurd her roj bidarvedibin. Dinya li himber kiryarên Îranê bêdenge. Bi bawerîya min Kurd bi xwe jî bêdengin. Kuştin, zîndankirin, darvekirin li Îranê bûye karê rojane yên desthilatdarîya dagîrker.
Li Îranê desthilatdarîya Pasdaran heye. Pasdaran hêzeke leşkerî, îstîqbaratî, aborî û çeteyî ye ku sîyaset û aborîya Îranê bi xwe ve girêdaye. Li Îranê ji bo tevgera Pasdaran tu hêzeke kontrolkirina ji alîyê dewletê ve tuneye. Wek ahtapotê li tevaya welat û li derveyî welat li ser tayinkirina sîyaset û aborîyê xwe bi rêxistin kirîye. Pasdaran li derveyî Îranê hêzên çeteyî, tundrew û hêzên îslamîya sîyasî ava kirîye û ava dike û bi xwe ve girê dide. Aborî, sîyaseta û stratejîya wan ya tekoşînê, wek dewlet ew bixwe tayin dike. Wan bi çek dike û bi eşkereyî jî, herêmên navborî Tehdîd dike. Civata Îranî birçîye. Bûye civatek hişberî-narkotîka û fihûşê. Tevna civatê jihev ketîye. Milet bi fihûşê û bi madeyên hişberî û bi qaçaxa ser hududan ve debara xwe dike. Ji bilî Kurd, Belûc û alîyekî Gilekîyan, tevaya Îranê di bêdengîyeke sîyasî de li hêvîya rahma dewletên mezinin ku bikaribin rewşa wan geştir û xweştir bikin.
Humeynî digot: “Iraq perçeyek ji Îranê ye. Dê kesek nikaribe Iraqê ji Îranê cuda bike.” Li gor vê stratejîyê, Îranê li Iraqê bi mebesta avakirina hîlala Şîa, Haşda Şaabî avakir. Haşda Şabî her çiqasî bi fermî wek beşek ji artêşa Iraqê be jî, di rastîyê de artêşa Iraqê båye beşek ji Haşda Şaabî. Li Iraqê Haşda Şaabî desthilatdar e. Çek û butçeya wê ji ya artêşê mezintir e. Ne artêşa Iraqê û nejî Hukumetên Iraqî karibûne biryarên xwe yên sîyasî û leşkerî bêyî Haşda Şaabî, cî bi cî bikin. Pasdaran, ji alîyekê Haşda Şaabî û grûbên biçûktir yên ku dikarin şerê demkî bikin organîze dike, ji alîyekî din jî li Başûrê Kurdistanê di nava Kurdan de hêza xwe birêxistin dike. Alîyek ji Yekîtîya Nîştîmanî, Partîyên Îslamî, Goran û Hêza PKK ê ya li Iraqê û li Qandîlê, xistîye xizmeta Haşda Şaabî. Bi van hêzên li Kudistanê ne, qaçaxê dikin, ablûqeya li ser Îranê bêbandor dikin û biryarön hêzên neteweyî û hêzên Emerîkayê jî böbandor dikin.
Îranê Sûrîye dîl girtîye û Pasdaran û elîta taybetmend bi çekên giran li Sûrîyê bicî kirîye. Desthilatdarîya Sûrîyê her çiqasî Rûs li ser bi bandor bin jî, esas bandor ya Îranê ye. Bêyî elîta leşkerên Îranê, Sûrîye nikare desthilatdarîya xwe biparêze.
Li Lubnanê hêza Hizbullahê xurt kirîye. Li Lubanê Hizbullah bûye hevbeşê desthilatdarîyê. Alîyekî Lubanê dagîr kirîye û Hizbullahê bi çekên giran ve pêçaye û li dijî Îsraîl wek tehdîd bikar tîne.
Îranê mijara Filistînê ji xwe re kirîye amoreya propagandeya îslamîya sîyasî. Hêzên ku Îranê li Herêma Gazzeyê avakirine, ne bi navê Filistîn lê bi navê îslamîya sîyasî avakirine. Ev tevgerên bi vî awayî hatine avakirin bi heman armancê jî tevdigerin. Hamas- Muqawamat Al Îslamîye- ango hêza Parastina Îslamê ye. Hêzek Fûndamentalîst, Tundrew, Totalîter ku hebûna xwe bi kiryarên terora Îslamîya sîyasî ve kirîye yek. Hamas di destûr û programa xwe de armanca xwe weha pênase dike: “Hamas tevgereke Îslamîye…Ji bo xaka Filistîn û Îsraîlê bike xaka Îslamê têdikoşe.” Hamasê stratejîya xwe ya jiholêrakirina Îsraîlê heta 2017an jî parastîye. Lê ji wê demê pêve jî her çiqasî peymana 1967an ne bi gelemperî lê bi awayekî bi şîroveyên xwe ve gunceyî qebûl kiribe jî, di rastîyê de ji stratejîya xwe ya esasî paşde gav neavêtîye. Armanc ne bidestxistina mafê Filistînîyan e. Li gor berjewendîyên çend dewletên Ereban ku alîkarîya wan dike. Xwdäyö van tevgerön tundrew û îslamîya sîyasî Îran û Tirkîy bixwe nin. Bêgûman dê ew li gor berjewendîyên xwedîyên xwe yên navborî tevbigerin.
Bixwîne: Kî di pişta kê de xencer e-1 -
Li Gazzeyê, Koordînasyona hevbeş ya serhildana Filistînê, Ji Hemas, Cîhada Îslamî, Tugayên Nasir Salahaddîn, Tugayên Îzzadîn Al Qassam, Tugayên Al Qudis û çendîn tevgerên din ve ku di nava Gazzeyê de bicî bûne pêk hatîye. Tevaya van tevgerên Gazzeyê di qada navneteweyî de wek tevgerên terorîst binav dibin. Kiryara dawîn ya dijî Îsraîlê ji alîyê van tevgeran ve pêk hat. Erdogan Ji bo Hamasê: “Mucahîdên welatparêz” bikar anî. Di eslê xwe de mucahîdên Îslamîya tundrewin. Van tevgerên li Gazzeyê hatine bicîkirin, her yek ji wan bi yek-du dewletên dagîrker û dîktator ve girêdayîne û li gor berjewendîyên wan dewletan tevdigerin. Îran dewleta Serekeye ku Li Gazzeyê desthilatdar e. Piştî Îranê Tirkîye, Qatar û dewletên din tên. Koordînasyona Filistînî di eslê xwe de Koordînasyona Îranê ye.
Desthilatdarîya Pasdaranên Îranî, ji Îranê, Iraqê, Sûrîyê, Lubnanê û heta Gazzeyê Hîlala Şîa birêxistin kirîye. Di nav vê rêxistinê de, PKKe, cîyekî taybetmend digre. PKK mil bi mil bi Haşda Şaabî re xaka Kurdistanê dagîr dikin û radestî Haşda Şaabî dikin. Tevgera netewî û desthilatdarîya Başûrê Kurdistanê bêîstîqrar dikin, cî bi cî kirina biryarên hevbeş yên Kurdistan-Iraqê asteng dikin. Li pêşîya tevgera Rojhilatê Kurdistanê barîyeran ava dikin. Ji alîyê din jî partîyên Îslamî yên Kurdistanê, hêzeke YN û Goran jî di nav vê rêxistana Îranî de cî digrin.
Mijara girîng di van bûyerande pêwendîyên Kurdan bi dagîrkeran re ye. Ev mijar ya nivîseke dinê ye. Lewra hetanî ev pêwendîyên nehênî û neyênî berdewam bikin, ku Kurd ji naverok û pêwendîyan wan ne agahdarin û nabînin, dê di pêvajoya tekoşîna azadî û serxwebûna Kurdistanê de dîyardeya herî xeter û metirsîdar pêwendîyên Kurdan bi dagîrkeran re be.
Kiryar û helwestên dewleta Tirk ji yên Îranê ne kêmtir hovane ne û ne kêmtir alîgirên terora navneteweyî ye. Tirkîye Îro bûye hêlîna tevgerên fundamentalîst, totalîter, paşverû ku hebûnên xwe bi şîdetê ve kirine yek. Tirkîye Li rojavayê Kurdistanê cî û warên sivîla dirûxîne, dagîr dike, kurdan koçber dike, zimanê tirkî li cîyên dagîrkirî li ser Kurdan disepîne û ji alîyê aborî ve jî cîyên dagîrkirî wek demên dagîrkerên Ereb-Îslamê talan dike. Dest dide ser mal û hebûnên Kurdan. Lê ji bo Hamasê, Îsraîlê bi bomberanên cî û warên sivîl ve tawanbar dike. Ji alîyê din ve jî, bi koordînasyona bi PKKê re erîşî Başûrê Kurdistanê dike, sivîlan bê cî û war dike, beregehên xwe yên dagîrkerîyê li cîyên dagîrkirî bicî dike. Bi vî awayî PKKeyê wek Şûrê Demoklesîn li ser serê desthilatdarîya Başûrê Kurdistanê kêm nake. Êdî ev eşkere bûye. Dewleta Tirk Durû, dagîrker, nîjadperest û domdarê jenosaida sîyasî, çandî, zimanî û erdnîgarîye li Kurdistanê. Di dema referandûma Serxwebûna Kurdistanê de, wek gurê devbixûn, Hîtlerwarî derdora başûrê Kurdistanê bi leşkerên hov ve dorpêç kir û got em dê Kurdan birçî bihêlin. Lê ji bo Gazzeyê ablûqeya Îsraîlê têk dibe.
Li ser Tirkîyê gotin bidawî nabin. Em dê di nivîsên xwe de hêdî hêdî hovîtî û jenosaidên Tirkan bînin zimên. Ez dê bi nimûneyekê ve mijara Tirk, bi dawî bînim. Di dema avkirina Mahkemeyên Îstîqlalê yên seyyar de, ku raste rast bi biryra Mustefa Kemal ve bicî bûne, biryar weha ye: Hûn kê dikujin û bidarve dikin azadin. Tenê hûn dê her ji 15 rojan lîsteya nav û kesên kuştî bidin me. Ji ber kû divê em bizanibin ka we kê îdam kirîye û kuştîye.
Li gorî prensîbên medenî û qanûna gerdûnî, Kesên têne girtin divê mafê wan yên parastina xwe hebin. Di van mahkemeyan de ev tuneye. Divê bikaribin biryra mahkemeyê Îhtiraz bikin, yan jî bişînin mahkemeyek bilindtir wek nimûne, temyîzê, di van mahkemeyan de ev jî tine ne. Li tu cîyekî biryarên van mahkemeyan tine ne. Dosyayên van mahkemeyan şewitandine, ji holê rakirine. Dewlet lêpirsînê nake. Dadwerên van mahkemeyan yekî tenê jî ne hiqûqnase. Huqûq nasbe jî guherînekê nake lê dîsan jî huqûqnase. Dadwerên van mahkemeyan bixwe him biryardêrin û him jî celadin. Ew wek şebekeyên jenosaida Kurdanin.
Di dinyaê de, ne bi destên Faşîstên Alman û Îtalî, ne jî bi totalîterîya Stalîn, ne jî bi komkujîya Polpotî, ne jî bi komkujîya Ruwandayê û başûrê Sûdanê, ne jî bi komkujîyên DAÎŞê, El Nusrayê, PKKeyê ve nayên muqayesekirin. Ne gotin ne jî şîrove dikarin manzarayek, bûyerek, kiryarek weha ku bi destên desthilatdarîya dewletê ve pêk hatine îzah bikin. Kiryarên navborî tenê hemî gotin, sersaxî, alîkarî,pêwendî û sîyaseta dewleta Tirk ya durû, derewîn, nîjadperest, jenosaidkar, çetewarî derdixe holê. Di pênasekirina Dewleta Komara Tirk de, êdî Pêwîstî bi gotên zêde nîne.
Dewletên Dagîrker li Kurdistanê xwe bi xwe dîl kirine. Ne pêjde diçin, ne paşde vedigerin. Li navenda Kudistanê bi miletên xwe ve şerê man û nemanê dijî Kurdan dikin. Her destkeftîyek biçûk, her bûyerek navneteweyî ku di berjewendîyên Kurdan de biencam dibin, di dil û mejîyê Dewleta Dagîrker ya Tirk de wek xencera Jahrî ye. Ji xwe re nikare rêyekê wek mirov û miletên serdemî peyda bike ne jî dikare bê rê berdewam bike. Maye heyirî, şaş maye, hov bûye. Her bûyerek navneteweyî ji bo qirkirina Kurdan wek derfet dibîne. Tenha yek rê ji xwe re hilbijartîye; Şer, kuştin, zîndan, komkujî û asîmîlasyon. Lê tevaya kiryarên wê dibin bela serê wê. Têk diherin, şerê hev dikin û hevdû tawanbar dikin. Bi van bûyerên hovane ne ne dewleta Îranê û ne jî ya Tirk, meşrûîyeta xwe cî bi cî kirine. Ji xwe Iraq û Sûrî ne dewletin û ne jî desthilatdarên meşrû ne.
Hetanî herdû-herçar dewletên dagîrker bi strukturên xwe yên dewletbûnê ve ku wedîyê statutuyek yek rengin, statukoperestin, totalîter û jenosaidkarin, dê komkujî, jenosaid û koçberî ji Kurdistanê ranebin. Bi vê mebestê di şerekî navneteweyî de tevgera neteweyî ya Kurdistanî divê cîyê xwe li cem hêzên hevkar yên cîhana demokratîk bigrin. Hêzên li Kurdistanê bi çi navî dibe bila bibe tevdigerin, di rewşeke weha de cîyê xwe li cem dagîrkeran, hêzên totalîter, dîktator bigrin ew neyarên Kurd û Kurdistanê ne. Bi bawerîya min ji îro de ez dikarim bêjim alîyekî Kurdan yê mezin di cîyê xwe di nav hêza dagîrkeran de cî digrin. Êdî roj bi bêjingê nayê veşartin.
Nivîsa din dê pêwendîyên Kurdan bi dagîrkeran re be.
Nezir Akat/nezirakat@gmail.com