Keştiya cengî ya Amerîkî li nav Derya Sipî operasyonekê dike

Hêza deryayî ya Amerîka ragihand, ku girûpeke keştiyên cengî bi serkêşiya firokehilgira Amerîkî USS Harry S. Truman dest bi bicîkirina erkên xwe kiriye, li navçeya berpirsatiya(Keştîgeliya Şeşemîn a Ameîrkî, li nav Derya Sipî.

Li gorî zanyariyên Hêza Deryayî ya Amerîkî, armanca wê operasyonê, piştevanîkirina Hevpeymaniya NATO û welatên Ewropa û Efrîkayê ye, ku hevparên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ne, herwiha armanca wê, parastina berjewendiyên ewlehiya Netewî ya Amerîka ye li Ewropa û Efrîkayê ye.

Di nav wê girûpa Hêza Deryayî Amerîkî de, hejmarek ji keştiyên cengî yên wêrankir jî hene û biryar e dema derbasî nav Derya Sipî bibin, dest bi operasyoneke deryayî bikin.

Rojhilta Navîn Haberleri

Lapid ji ber 'plana Kurdan' rexne li Netanyahu girtin
Îran: Peymana bi Amerîkayê re îro nayê îmzekirin
Tehran tevlihev bû: Li Îranê krîza peymana bi Amerîkayê re û bangên îstifayê
Sûriye dixwaze bibe alternatîva Tengava Hurmizê
Li Mêrdînê pêşangeha alternatîv a pirtûkên Kurdî hat vekirin