Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê

.

 Keşeyê Kurd ê ji Efrînê Nîhad Hesen got, “Kesên ji ber şer çûbûn Sûriye û Rojavayê Kurdistanê niha vedigerin Libnanê.”

Îsraîl başûrê Libnanê û Beyrûtê bi tundî bomberan dike.

Li herêmê şer her ku diçe germ û gurtir dibe.

Di êrişên Îsrîalê de li Libnanê gelek koçberên ji Sûriye Rojavayê Kurdistanê hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.

Keşeyê Kurd ê ji Efrînê Nîhad Hesen ku li Dêra Kurdî ya li Beyrûta paytexta Libnanê keşetiyê dike beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser rewşa penaberên Kurd ên li Libnanê bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da.

Keşeyê Dêra Kurdî ya li Beyrûtê Nîhad Hesen li ser rewşa koçberan got:

“Li Dêrê 150-160 malbat hene, îro 3 malbatan telefon kir ku dê werin vir.

Kurdên ku ji ber şer (Îsraîl-Hizbulah) çûne Rojavayê Kurdistanê ji ber nebûna pêwîstiyan û bihabûnê vedigerin Libnanê.”

Keşeyê Kurd ê ji Efrînê Nîhad Hesen diyar kir ku niha kêm kes diçin Sûriye Rojavayê Kurdistanê anî ziman:

“Kesên çûbûn niha vedigerin ku vê hefteyê 3 malbat hatin cem me.”

“Partiyan alîkariya me nekir”

Keşe Nîhad Hesen da zanîn ku wekî Dêra Kurdî ew xwedî li wan derdikevin û ew çend rojan carê xwe digihînin wan.

Keşeyê Kurd ê ji Efrînê Nîhad Hesen destnîşan kir, ew kesên ku Dêr alîkariya wan dike ne Xirîstiyan in û got:

“Kesên ku em alîkariya wan dikin zêdetir xwişk û birayên me yên Kurd ên Misilman û Êzidî ne.

Heta niha ti partiyan alîkariya me nekiriye. Me daxwaza dermanan kir.”

Piştî şerê navxwe yê Sûriyeyê û dagirkirina herêmên Rojavayê Kurdistanê gelek penaberên Kurd berê xwe dabû Libnanê.

Siyaset Haberleri

Daxuyaniya bi hilkefta pêkhatina Pêncemîn Plînoma Komîteya Navendî ya Hizba Dêmokrat
Şandeyeke Kongreya Amerîkayê bi Ehmed Şer re civiya
Keleha Hewlêrê dê bi muzîka Rojavayê Kurdistanê olan bide: ‘Yekpar’ û ‘Şahmaran’
Şoreşa teknolojiyê: Robot êdî dikarin bibin dayîk
Ji Serê Kaniyê heta Derayê heman kes, heman tehdîd: Çekdar kincên xwe diguherin