Kesayetên navdar ên Kurd û Alman ji bo Rojavayê Kurdistanê bangî Almanyayê kir

.

Nêzîkî 50 kesayetên naskirî yên Kurd û Alman, bi rêya rêxistina Hawar.helpê nameyeke vekirî ji siyasetmedarên Alman û Yekîtiya Ewropayê re şand û daxwaza pêngavên bilez ên ji bo rawestandina êrişên li Rojavayê Kurdistanê kir.

Name ji aliyê gelek rêxistinan ve, di nav de "Civaka Kurd a Almanyayê" û kesayetên navdar ên wekî futbolîst Deniz Undav, lîstikvan Natalia Worner, rapbêj Haftbefehl û KC Rebell, siyasetmedar Bêrîvan Aymaz, rojnameger Duzen Tekkal, lîstikvan Jasmin Tabatabai, Prof. Jan Îlhan Kizilhan, derhêner Soleen Yusef, nivîskar Stefanie Sargnagel û gelek kesayetên din ve hatiye îmzekirin.

Ev name ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê jî hatiye şandin.

Rewşa mirovî û leşkerî metirsîdar e

Li gorî naveroka nameyê ku medyayê navdar a Almanyayê "ZDF"yê jî belav kiriye, rewşa mirovî û leşkerî ya li herêmê bi awayekî metirsîdar xera bûye.

Di nameyê de hat diyarkirin ku "Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê, komên çekdar ên Îslamî yên hevpeymanên wê û hêzên nêzîkî Tirkiyeyê" êrişên dijwar dibin ser deverên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de.

Hişyariya "tawanên dijî mirovahiyê"

Di nameyê de hişyarî hat dayîn ku ji ber van êrişan tawanên li dijî mirovahiyê hatine kirin û bûye sedema koçberiya girseyî.

Her wiha hat destnîşankirin ku êriş li ser stasyonên elektrîkê û nexweşxaneyan hatine kirin û vê yekê metirsiya serhildana DAIŞê zêde kiriye.

Kurdistan Haberleri

Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan