Artêşa Îraqê îro berê sibehê li Kerkûkê bi ser malbateke Kurd a li Taxa Newrozê de girt.
Leşkeran ji malbatê xwest ku xaniyê xwe vala bike.
“Wan êrişî min kir û li min xist”
Xwediyê xênî ji Rûdawê re axivî û behsa bûyerê kir.
Welatiyê Kurd got, “Ji min re gotin ku ez xênî vala bikim û derkevim lê min guh neda wan. Li ser vê yekê êrişî min kir û li min dan.”
Nûçegihanê Rûdawê yê Kerkûkê Herdî Mihemed, li ser zimanê şahidan ragihand ku bûyer saet 03:00yan qewimiye.
Hat diyarkirin ku xwediyê malê û malbata xwe vegeriyane malê û pişt re leşkeran êriş kiriye.
Pirsgirêka xaniyan li dadgehê ye
Artêşa Îraqê wan xaniyên Taxa Newrozê wekî milkê xwe dibîne.
Lê berê jî malbatên Kurd li wan xaniyan rûdiniştin.
Pirsgirêka di navbera xwediyên wan xaniyan û artêşê de li dadgehê ye û hîn encam nedaye.
“Ji bo nûjenkirinê derketibûm”
Xwediyê xênî ji Rûdawê re diyar kir, “Min ji bo nûjenkirinê xaniyê xwe vala kiribû lê ez îşev vegeriyam û ew hatin ser mala min.”
Wî behsa hûrgiliyên bûyerê kir û got:
“Artêşê xwest ez derkevim lê min got ‘Ev der mala min e ez naçim.’
Li ser vê yekê wan li ber çavên hevjîna min êrişî min kir û li min dan.”
RUDAW