Kerkûk – Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî alîkariyan li ser kesên xwedî pêwîstiyên taybet belav dike

.

Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî ragihand, hejmarek kesên xwe pêwîstiyên taybet li navenda bajarê Kerkûkê û derveyî bajêr, ji alîkariyên me sûdmend bûne.

Çavdêrê Ofîsa Kerkûkê ya Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî Diyarî Ebdulkerîm ji K24ê re ragihand, di berdewamiya kar û çalakiyên xwe yên meha Remezanê de, wan kursî li ser kesên xwedî pêwîstiyên taybet dabeş kirin.

Herwaha got: “Hejmarek ji kesên xwedî pêwîstiyên taybet li navenda Kerkûkê û li derveyî Kerkûkê dê sûdê ji vê alîkariyê werbigirin, ji bilî perwerdekirina wan li ser çawaniya bikaranîna wan kursiyan bi awayek rast û selamet.”

Navborî diyar kir: “Piraniya caran welatî bi xwe serdana me dikin, dizanin ku di çarçoveya Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî de, projeya me ya taybet bi kesên xwedî pêwîstiyên taybet heye.”

Di berdewamiya axaftina xwe de got: “Em di meha Remezanê de li ser belavkirina xwarinê berdewam in, me li Kerkûk û Çemçemal xanî ava kirin û dê çalakiyên me di meha Remezanê de jî berdewam bin.”

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand