Kela Kolikê ya Semsûrê tê nûjenkirin

.

Keleha Kolikê ya Semsûrê ku wek hêlîna qertelan li ser zinarên asê hatiye avakirin, tê nûjenkirin. 

Keleha Kolikê ya Semsûrê ku wek hêlîna qertelan li ser zinarên asê hatiye avakirin, tê nûjenkirin. Lêkolîner û şûnwarnas dibêjin, şopên şaristaniyên Hîtît yên çar hezar sal berê heta şaristaniyên Urartû, Roma, Komagene û mîrnişînan tê de hatine dîtin. niha hewl tê dayîn, di çarçoveya planeke geştyarî de, keleh wek berê were zîndîkirin.

Dîroka Kela Kolikê ya Semsûrê ku wek hêlîna qertelan hatiye avakirin, heta dema şaristaniyên Hîtît û Urartuyan diçe. Keleh herî dawî, 800 sal berê ji hêla Memlukiyan ve hatiye nûjenkirin û bikaranîn.

Keleh, her çend di dema Osmaniyan de jî hatiye bikaranîn, zêde giringî pê nehatiye dayîn.

Rêveberê Muzexaneya Semsûrê Mehmet Alkan dibêje: “Me li bazar û cihê parastinê dest bi paqijkirinê kir. Keleh li ser lat û zinarên asê hatiye çêkirin. Wek hêlîna qertelan e ku bidestxistin pir zehmet e. Ji Urartû heta Osmaniyan gelek şaristaniyan ev der wek binkeyek serbazî bikaranîne.”

Şopên hemû şaristaniyên kevnar yên Kurdistanê li vê derê tên dîtin. Wek Hîtît, Urartû, Komagene, Roma, Memluk û Osmanî û mîrnişîniyên Kurdan ku gelek caran serbixwe bûne.

Şûnwarnas Mehmet Turan diyar dike: “Me li aliyê başûrê Kelehê dest bi paqijkirinê kir. Ev der du qat e. Lê qata jêr zêdetir sarinc in û wek kogehê hatine bikaranîn. Niha tijî ax bûne, em destpêkê vê axê derdixin.”

Li her bosteke Kurdistanê, dîrokek hezaran salan veşartî ye. Lê gelek dever ji ber sedemên siyasî û xemsarî bêxwedî hatine hîştin. Niha hikûmeta Tirkiye, bi armanca dahaten geştyariya dîrokî, şûnwarên dîrokî paqij û nûjen dike.

K24

Kurdistan Haberleri

Kürt-Kav li Dêrsimê konferansekê li dar dixe
‘Rojavayê Kurdistanê mijareke sereke ya Konferansa Cenevreyê bû’
Brîtanya: Xwepêşanderan rê neda ku polîs koçberan desteser bikin
Konferansa Brukselê ya ji bo piştgiriya Sûriyeyê hat lidarxistin
Nêçîrvan Barzanî ji bo 4 çiyageran peyamek belav kir