Kedkarê doza Kurdistanê Abdulxenî Bakir li Mêrdînê hate veşartin

.

Rêvebir û endamên Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) yên Dîyarbekir û Merdînê beşdarî binaxkirina (definkirina) Abdulxenî Bakir bûn. Abdulxenî yê kedkar û têkoşerê doza Azadîya Kurdistanê bi hesreta Kurdistanek azad li Edenê wefat kiribû.Îro giredayî bajarê Mêrdînê navçeya Mahsertê li gundê Hacîyan bi girseyek mezin hate binaxkirin.

Li ser goristana Abdulxenî yê hêja, Serokê Şaxa Mêrdînê yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê(PWK) Nezîr Gelêrî ji girseyê re kurte axaftinek kir. Nezîr Gelêrî di axaftina xwede wuha got “ Abdulxenî kesekî welat hez û Kurdistanî bû, di temenê xweyî 67 salande, bi kêmanî 50 salî ji bo doza azadîya Kurdistanê kar û xebat kiriye. Rêça Abdûlxenî rêça Şêx Ubeydullahê Nehrî, Bedirxanîyan, Şêx Seîd, Seyit Riza, Qadî Mihemmed û rêça Mele Mustafa Barzanîyê nemir bû. Lê mixabin Abdulxenîyê hêja bi hesreta Kurdistaneke azad çû ser dilovanîya xwe. Bila serê miletê Kurd sax be.”

Me ser saxî , sebr û metanet ji malbata Abdulxenîyê hêja re xwest. Bila ruhê wî şad û azad be.

Kurdistan Haberleri

PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên