Keça Qazî Mihemed ji bo koça dawî ya Helkewt Ezîz sersaxî ji Rûdawê re xwest

.

Keça Pêşewa Qazî Mihemed a bi navê Munîre Qaziyê sersaxî ji malbat, heval û hevkarên Helkewt Ezîz re xwest û got, "Ez xwe hevparê vê xema dilhejîn dibînim.”

Munîre Qaziyê ji bo koça dawî ya Helkewt Ezîz peyameke hevxemiyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re şand.

Wê ji ber koça dawî ya hevkarê me Helkewt Ezîz xembariya xwe anî zimên.

"Ez hevparê xema we me"

Keça Pêşewa Qazî Mihemed di peyama xwe de wiha got:

“Ez sersaxiyê ji malbata rêzdar û niştimanperwer, hemû medyaya Kurdistanê û gelê delal ê Kurdistanê re dixwazim.

Ez xwe hevparê vê xema dilhejîn dibînim.

Ez ji Xwedayê mezin hêvî dikim ku sebir û xweragirtiyê bide malbata delal û Kurdperwer a Kak Ezîz, mirov, dost û hevkarên wî."

Nûçegihan û Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Bexdayê Helkewt Ezîz piştî nîvroya 8ê Hezîrana 2026an, qezayeke trafîkê derbas kir.

Qeza li ser rêya Bexda û Besreyê li parêzgeha Dîwaniyeyê çêbû.

Helkewt Ezîz ji ber giraniya birîna xwe canê xwe ji dest da.

Mirina hevkarê me Helkewt Ezîz, di nava gelê Kurdistanê û malbata Rûdawê de xemeke mezin çêkir.

Gelek serok, serkirde, berpirs, siyasetmedar, parlamenter û xelkê bi giştî sersaxî da malbat û hevkarên wî yên li Rûdawê.

Kurdistan Haberleri

YNK û PDK li Hewlêrê civiyan
Çekdarê ku keziya şervana Kurd birîbû di xwenîşandanekê de derket holê
Daxuyaniya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ên Kurdistana Îranê li ser Rojeva Siyasî ya Kurdistan, Îran û Herêmê
Fly Erbil: Rojane geştên me yên Tirkiye û Ewropayê hene
Xalid Îbrahîm: Ji bo vegera koçberan planeke me heye