Keça Osman Sebrî: Mîrasa bavê min a 30 salan hat şewitandin

.

Mala têkoşer û rewşenbîrê navdar ê Kurd Osman Sebrî (Apê Osman) li Şamê rastî talan û wêrankirinê hat.

Ew mal zêdetirî 30 salan ji bo xizmeta zimanê Kurdî hatibû wekî navendekê hatibû bikaranîn.

Keça wî Kewê Osman Sebrî diyar dike ku di dema şerê Sûriyeyê çekdarên hikûmeta Beasê dest danîne ser mala wan û nêzîkî 2 hezar pirtûkên bavê wê şewitandine û kelûpelên wî yên şexsî jî dizîne.

Osman Sebrî yek ji kesayetiyên herî diyar ên doza Kurdî ye û jiyaneke tijî têkoşîn derbas kiriye.

Keça wî Kewê ku ji bo xizmeta bavê xwe nezewicî bû, ji Rûdawê re behsa jiyana bavê xwe ya dijwar kir.

“Bavê min çend caran şandin sirgunê”

Kewê eşkere kir ku bavê wê her tim di bin zext û zordariyê de bû û got:

"Tê bîra min ez biçûk bûm. Dema hukmê Zeîm û Şîşeklî, em li Qamişlo bûn û bavê min li wir ket girtîgehê.

Piştre ew ji Qamişloyê derxistin û jê re gotin tu xelkê teşwîq dikî.

Ji ber vê yekê, ew şandin Şamê. Li Şamê jî her tim dihat girtin an jî di bin çavdêriya mecbûrî de bû, heta ku ew şandin Siwêdayê jî."

Osman Sebrî di sala 1905an de li Semsûr a Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye.

Ew di ciwaniya xwe de beşdarî Serhildana Şêx Seîd bû. Ji ber vê yekê, Osman Sebrî 6 salan di zindanên Tirkiyeyê de ma.

Piştî azadbûna xwe, ew derbasî Îraq û Sûriyeyê bû lê li wir jî wekî şoreşgerekî dev ji doza Kurdî berneda.

Ji ber xebatên wî yên siyasî, hikûmeta Fransayê di sala 1936an de ew sirgûn kir.

Pêşî ew şandin Filistînê û piştre jî girava Madagaskarê ya li Afrîqayê. Ew du salan li wê derê di sirgûnê de ma.

Di serdema yekîtiya Sûriye û Misirê de, Osman Sebrî vegeriya Şamê.

“Bavê min 17 caran hat girtin”

Sebrî li taxa Kurdan xaniyek kirî û bi malbata xwe re li wir bi cih bû. Di wê demê de dev ji siyaseta çalak berda û bi temamî xwe da xizmeta zimanê Kurdî.

Kewê behsa xebatên bavê xwe kir û got, "Bavê min 17 caran li Sûriyeyê hate girtin û zindanîkirin.

Ji ber vê yekê, dev ji siyasetê berda û dest bi karê zimanê Kurdî û nivîsandin û helbestê kir. Xelk dihatin mala wî û dersên Kurdî jê werdigirtin."

Osman Sebrî piştî zêdetirî 30 salan xizmeta zimanê Kurdî gelek berhemên edebî di sala 1993an de wefat kir.

Keça wî Kewê xwest rêya bavê xwe bidomîne lê piştî destpêkirina şerê Sûriyê neçar ma vegere Bakurê Kurdistanê.

Piştî çûyîna wê çekdarên hikûmeta Beasê 14 salan dest datînin ser malê.

Ew mala Osman Sebrî hat talankirin û nêzîkî 2 hezar pirtûkên pirtûkxaneya Osman Sebrî hatin şewitandin û tiştên wî yên şexsî jî hatin dizîn.

Kurdistan Haberleri

Zêdetir ji 74 cinazê mirovan li bendava çikbûyî ya Kerecê de hatine peydakirin
Iraqê bersiva Îranê da!
Belçîka piştgiriya hilbijartinên Îraqê dike û peyamekê dide Herêma Kurdistanê
Trump: Hevdîtina bi Ehmed Şer re ji bo min şanazî bû
Sûriye: Li ser entegrasyona HSD û artêşê hat lihevkirin