Kazimî: Hemahengiya Pêşmerge û artêşa Iraqê sebeba serkeftina bi ser DAIŞê de bû

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî dibêje, hemahengiya navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî sebeba serkeftin bi ser DAIŞê de bû.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî dibêje, hemahengiya navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî sebeba serkeftin bi ser DAIŞê de bû.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro danê sibê li Pîrmam bi Serok Mesûd Barzanî re hevdîtin kir.

Ofîsa Kazimî li ser civîna han daxuyaniyek da û ragihand, di civînê de behsa rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û hilbijartinên berwext li Iraqê hat kirin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, di civînê de behsa hemahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê bi taybet hemahengiya navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî di şerê DAIŞê de hat kirin û hat gotin ku ew hemahengî sebeba serkeftin bi ser DAIŞê de bûye.

Di daxuyaniya ofîsa Kazimî de ev jî hatiye gotin ku di civînê de Kazimî gotiye, Herêma Kurdistanê beşek serekî ya Iraqê ye û danûstandin û diyaloga her du aliyan li ser bingeha Destûrê, dê paşerojeka geş û asûde bo Iraqê dabîn bike.

Ev nûçe 0 caran hatiye xwendin

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Endamtiya Filîstînê ya Neteweyên Yekbûyî hate pejirandin
Tirkiye | Di meha dawî de 16 hezar Sûriyeyî hatin dersînorkirin
Parlementoya Ewrûpayê ‘qanûna li hemberê şiddeta ser jinê’ qebûl kir
Baregeha Heşdî Şebiyê hatibû bombebarankirin: CENTCOMê daxuyanî da
Îran piştî Jîna Emîniyê dîsa qedexeyê tund dike