Kazimî: Ez her dem bi bira û hevalê xwe Serok Barzanî re di pêwendiyê de bûme

.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî behsa pêwendiya xwe ya bihêz a bi Serok Barzanî re dike.

 Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di hevpeyvînekê de ji rojnameya Şerq El Ewsetê re behsa pêwendiya xwe ya bihêz a bi Serok Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir.

Mistefa Kazimî di serdana xwe ya welatên Kendavê de ku destpêkê li Erebistana Siûdî û piştre jî li Îmaratê bû, bi girîngî behsa nêzîkî û dostaniya xwe ya bi serkirdeyên siyasî yên Kurdistanê kir û tekez kir ku bi Serok Barzanî re di pêwendiyê de ye.

Kazimî di hevpeyvînê de diyar kiriye ku pêwendiyên wî yên bi serkirdeyên Kurd, pêwendiyeke nû nîne û demeke wê ya dirêj heye û gotiye: “Pêwendî tenê di çarçoveya gotûbêjên ji bo rêkeftinê û pesendkirina budceyê de nebû, ez her dem bi bira û hevalê xwe Serok Barzanî re di pêwendiyê de bûme.”

Serokwezîrê Iraqê bal kişande ser pêwendiyên xwe yên Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî jî û ew weke dostên nêzîk û bira û biraziyê xwe wesf kiriye û herwiha ragihandiye ku ji bo gotûbêjan dê zêdetir serdana Hewlêrê bike.

Mistefa Kazimî eşkere kiriye ku mebesta serdana wî ya bo Hewlêrê, li ser qonaxa dahatû ya siyasî ya Iraqê ye, ku niha li ser encamdana hilbijartinên pêşwext li hev kirine.

Derbarê pesenkirina budceya sala 2021ê ya Iraqê de jî diyar kiriye ku hemû fraksiyonên li Parlamentoya Iraqê, têbînî û nêrînên xwe yên li ser projeyasayê hebûne.
(K24) 

Kurdistan Haberleri

Xalîd Ezîzî: em sipasiya piştgîriyên Tiramp bo pêşvebirina demokrasî li Îranê de dikin
Antonio Tajani: Em dê bi her awayî piştgiriya Herêma Kurdistanê bikin
Parlamentoya Ewropayê: Bila baregehên Amerîkayê werin girtin
Daxuyaniya yekem a Rêberê Nû yê Îranê
Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê: Êrişî baregeha me ya li Hewlêrê hat kirin