Kazimî: Di rojên pêş de wê zêdetir ji nîvê hêzên artêşa Amerîkayê ji Iraqê derkevin  

.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî aşkere kir wê di rojên bê de zêdetir ji nîvê hêzên Amerîka ya li Iraqê wê ji nava Iraqê derkevin.

Bi minasebeta damezirandina artêşa Iraqê Mistefa Kazimî kurtevîdyoyek belav kir û tê de behsa vekişîna pirsa hêzên Amerîkayê li Iraqê kir. Herwiha Kazimî aşkere kir hêzên Amerîkayê ji Iraqê derdikevin û ew proseya wan a ji Iraqê derketinê berdewam dike.

Mistefa Kazimî herwiha aşkere kir wê proseya vekişîna hêzên Amerîkayê berdewam bike û wê tenê çend serbazên Amerîkayê li Iraqê bimînin bi armanca rahênan û perwerdeyên stratejik ên serbazî.

Di berdewamiyê jî de Kazimî behsa serdana xwe ya ji bo Washingtonê jî kir û ragihand armanca wî ya serdana Amerîkayê ji bo peywendiyên stratejik ê herdu aliyan bûn û ligor hevdîtinên wî ligel berpirsên Amerîkayê hêzên Amerîkayê dest bi vekişandinê kirine û di demeke nêzîk de wê ji nêvî zêdetir ê hêzên Amerîkayê ji Iraqê vekişîn.


 

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin