Katelon jî ji serxwebûnê re gotin ’Erê’

% 90ê beşdaran dengê erê dane serxwebûna Katalonyayê

Hikûmeta Katelonyayê serkeftina dengên “belê” yên referandûmê ragihand, ku % 90ê beşdaran dengê erê dane serxwebûna Katalonyayê

Berdevkê hikûmeta Katelonyayê Jordî Turul îro ragihand: “Heta niha 2 milyon û 262  hezar û 424 deng, wate  % 42.67ê dengan hatine hejmartin. Ji vê hejmarî 2 milyon û 20 hezar dengderan dengê ERÊ dane, ku ev jî dike %90ê dengan.

Herwiha 176 hezar û 566 kesan jî dengê NA dane ku ev jî dike % 7.8ê ya dengan.”

Bi tevê hemû astengiyên hikûmeta Îspanyayê, Herêma Katelonyayê roja Yekşemê 01-10-2017, giştpirsiya serxwebûnê encam da. Di giştpirsiyê de mafê dengdanê yê 5 milyon û 300 hezar kesan hebû. Lê polîsan nehiştin piraniya xelkê herin ser sindoqan.

Ji ber aloziya di navbera hêzên ewlekariya Îspanya û gelê katelan de 844 kesên sivîl û 33 polîs birîndar bûn.

Serowezîrê Ispanyayê Mariano Rajoy encama referandûmê nas nake û dibêje, referandûm neqanûnî ye.

Avrupa Haberleri

Li Almanyayê dema hilbijartinan e: Banga ji bo Kurdan
Li Şingalê hêzên ewlehiyê dê ji nû ve bên bicihkirin
Yekîtiya Ewropayê ji bo reforman bangî hikûmeta Îraqê kir
Welatên Schengenê êdî wê mohrê li pasaportan nexin
Dronên Rûsyayê ketin nav sînorên 3 welatên Ewropayê