Li bajarê Birmingham ê Brîtanyayê, şemiya borî, cara yekem di dîroka diyasporaya Kurdî ya li wî welatî de, konferanseke bazirganiyê ya hevbeş, di navbera bazirganên ji diyasporayê û bazirganên din ên Brîtanyayê de pêk hat.
Konferansa ku ji aliyê Komeleya Kurdî ya li Brîtanyayê ve hatibû organîzekirin, ji bilî mijara hevkariya li navbera bazirganên Kurd û Brîtanî li Brîtanyayê, behsa mijara birina berhemhênerên Brîtanî ji bo Kurdistanê jî kir.
Karsazên Kurd li Brîtanyayê: "Em dixwazin kompanyayên Brîtanî li Kurdistanê hilberînê bikin"
Berpirsê Şopandinê yê Komeleya Kurdî ya Brîtanyayê, Hawjîn Mistefayê ji Rûdawê re got:
"Armanca me ya lidarxistina vê konferansê ew e ku em bibin pireke pêwendiyê di navbera bazirganên Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê.
Em dixwazin hilberîner ji Brîtanyayê karibin bi azadî biçin Kurdistanê û hilberînê bikin.
Her wiha berevajî vê, bazirganên Herêma Kurdistanê karibin bên Brîtanyayê û li vir hilberînê bikin."
Zêdetirî 120 karsaz, bazirgan û siyasetvanên Brîtanî beşdarî konferansê bûn ku Şaredarê West Midlandsê jî yek ji wan bû.
Şaredarê West Midlandsê, Richard Parker behsa girîngiya konferansê kir û got:
"Ez îro wekî şaredarê West Midlandsê li vir im. Min xwest bixêrhatina hemû şandeyên vê konferansê bikim û tekez bikim ku civaka Kurdî li Birminghamê û li herêma me xwedî cihekî girîng e.
Ez dixwazim pêwendiyeke min a xurt bi Kurdên vir re hebe da ku em baştir ji hev fêm bikin û derfetên bazirganiyê ji bo her du aliyan biafirînin; hem ji bo vir û hem ji bo Kurdistanê.
Ango, em bizanin çawa dikarin bi kompanyayên Kurdistanê re kar bikin û di heman demê de derî ji wan re vekin ku ew jî bên vir."
Li Brîtanyayê, bi giştî koçber kêmtir xwedî kar û karsaziyên mezin in û piraniya wan karên karkeriyê dikin.
Li gel vê jî, di nav Diyasporaya Kurdî de karsaz û bazirganên jêhatî hene.
Her çend hin ji beşdar di wê baweriyê de ne ku divabû hejmara bazirganên Kurd zêdetir bûya lê parêzgarê berê yê Lambethê li Londonê ku bi xwe Kurd e, xwedî nêrîneke cuda ye.
Diyasporaya Kurd li Brîtanyayê deriyên aborî li ber kompanyayên navxweyî vedike
Parêzgarê Berê yê Lambethê, Serbaz Berzencî jî got, "Em wekî civakeke nû li vî welatî, wekî nifşê yekem (First Generation) tên hesibandin.
Komeke astengî hene ku bazirganên Kurd rûbirûyî wan dibin; nimûne, ji bo kesên nû hatine, dibe ku ziman astengiya sereke be.
Bazirganên me yên gelekî serkeftî hene ku di warê xwe de gelekî bi pêş ketine.
Ji ber vê yekê, ez di wê baweriyê de me ku bi liberçavgirtina ku em nifşê yekem ê koçberan in, me asteke gelekî baş derbas kiriye.
Bêguman em dikarin zêdetir bi pêş bikevin û ev cure konferans jî ji bo vê armancê pir alîkar in."
"Konferans deriyekî nû ji bo bazirganan vedike"
Parêzer Fereydûn Reza, yek ji beşdarên konferansê, bi vî rengî qala astengiyên li pêşiya karê bazirganî yê Kurdên li Brîtanyayê dike:
"Komek sedemên curbecur hene ku bûne sedem ku Kurd bi giştî, heta niha di warê bazirganiyê de negihîştine asteke pir bilind.
Bêguman ev cure konferans deriyekî nû ji bo xelkê Kurd vedikin ku xelkê zîrek û jêhatî ye da ku karibin di warê bazirganî û hilberînê de karên baştir bikin.
Ez piştrast im ku ev yek pireke pêwendiyê çêdike."
Di salên heftê û heştêyî yên sedsala borî de, piraniya koçberên Kurd li Londonê bi cih dibûn lê di van salên dawî de, hejmareke berbiçav a Kurdan li bajarên pîşesazî yên mezin ên din ên Brîtanyayê civaka xwe ava kirine.
Roj bi roj jî, bi rêya saziyên Kurdî rol û cihê vê civakê di nav wan civakên ku tê de dijîn, zêdetir derdikeve pêş.
RUDAW