Karwanekî din ê Heşda Şeibî hat bombebarankirin

Li gor zanyarîyên berdest şeva derbasbûyî li bakurê Bexdayê 2 otomobîlên endam û serkirdeyên Heşda Şeibî bûn armanca êrişên firokeyên Amerîkayê.

Navenda Nûçeyan- Li gor zanyarîyên ku ajansa Reutersê belav kirine di wê êrişê de 6 kes hatin kuştin.

Kenala fermî ya Iraqê jî derbarê bûyerê de ragihand ku li herêma Tacî ku dikeve bakurê Bexdayê, êrişeke asmanî ji alîyê Amerîkayê ve bo ser hejmareke serkirdeyên Heşda Şeibî êrişeke asmanî hatîye encamdan.

Desteya Ragihandina Heşda Şeibî jî êrişa asmanî ya li navçeya bakurê Bexdayê piştrast kir lêbelê ti zanyarîyek derbarê kuştî û birîndarên êrişê de belav nekirin.

Herwiha Heşda Şeibî red kirîye ku di wê êrişê de serkirdeyên Heşda Şeibî hatibin kuştin.

Lêbelê çavkanîyên ku ji ajansa Reutersê re axivîne, aşkere kirine ku di wê êrişa asmanî ya Amerîkayê de bo otomobîlên Heşda Şeibî, 6 serkirdeyên wê rêxistinê hatine kuştin.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin