Karsazên Kurd li Frankfurtê civiyan

.

 Li Almanyayê diyasporayeke mezin a Kurdan heye ku gelek ji wan bûne karsazên serkeftî.

Şeva înê hejmareke mezin a karsazên Kurdistanê li Almanyayê li bajarê Frankfurtê ku yek ji girîngtirîn bingehên aborî yên Yekîtiya Ewropayê ye kom bûn.

Karsaz û herwiha yek ji organîzatorên civînê Rustem Serbaz ji bernameya Diyasporayê ya Rûdawê re ragihand ku 2 milyon Kurd li Almanyayê dijîn.

“Piraniya bazirganên Kurd ji sifirê dest pê kiriye”

Rustem Serbaz da zanîn ku bandora Kurdan li ser aboriya Almanyayê heye û got:

"Piraniya van bazirganên Kurd ji sifirê dest pê kiriye û bûne bazirganên navdar û karsazên jêhatî di warên bazirganiya veguhastin, çêkirina mal û xaniyan û xwarin û vexwarinê de.

Pirsgirêk ew e ku wan heta niha xwe wekî bazirgan û karsazên Kurd nedaye nasîn, li şûna wê wan xwe wekî bazirganên Alman daye nasîn, lewra niha em wekî Yekîtiya Bazirganên Kurd dixwazin wan bikin yek."

“Yekbûna bazirganên Kurd bandorê li rewşa Kurdistanê dike”

Rustem Serbaz eşkere kir ku ew dixwazin bazirganên Kurd bên yekkirin û piştre li Almanyayê piştgiriya hev bikin.

Ji ber ku yekbûna bazirganên Kurd li Almanyayê bandorê li rewşa Kurdistanê jî dike û dikarin hem li vir hem jî li Kurdistanê alîkariya gelê Kurdistanê bikin.

Rustem Serbaz diyar kir ku beşek ji wan karsazan ne Kurd in lê piraniya wan Kurd in û got:

“Ev gava yekem e ji bo yekgirtina karsazên Kurd li Ewropayê bi giştî û li Almanyayê bi taybetî.”

Siyaset Haberleri

EDENE - Konferansa 'Kurd di sedsala dawî ya Osmaniya de' hat lidarxistin
Bender Ebas: Hejmara miriyên teqînê gihişt 70 kesî
YNK: Bi hev re kar bikin da ku mafên Kurdan bên parastin
Serokê ENKSê: Em bi hêvî ne bigihin nêrîneke hevbeş ku nêrîna hemû aliyan be
Îlham Ehmed: Serok Barzanî piştgiriya yekîtiya Kurdên Rojavayê Kurdistanê dike