Kargeheke dîrokî li Akrê hat dîtin

.

Şûnwarekî kevnar li qezaya Akrê hat dîtin, ku dîroka wî ji bo 2300 salan berî niha vedigere û dê bibe cihê bala geştyar û lêkoleran.

Serkeft Amir, ku li Rêveberiya Şûnwarên Akrê şûnwarnas e, ji Kurdistan24ê re ragihand ku ev şûnwar yek ji giringtirîn kargehên çêkirina şeraba tirî û zeyta zeytûnan e li seranserî deverê.

Serkeft Amir herwesa da zanîn ku di vê kargehê de nêzîkî 200 heta 300 berên givaştin û hêranê hatine dîtin, ku ji bo berhemanîna wan madeyan hatine bikaranîn.

Ji aliyekê din ve jî, şûnwarnas û lêkoler Xalid Mihemmed ron kir ku vedîtina vê kargehê giringiyeka mezin ji bo dîrok û çanda deverê heye. Navborî eşkere jî kir ku bizav tên kirin ku ev şûnwar bê nûjenkirin û bibe navendeka geştyariyê, da ku xelk ji nêzîk ve dîroka deverê nas bike.

Li gorî amaran, li Akrê 760 şûnwarên dîrokî hatine tomarkirin, ku ev yek jî bûye sedem ku ev qeza bibe navendeka giring a şûnwarî li Herêma Kurdistanê.

K24

Kurdistan Haberleri

Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan