Kardînal Sako: Hikûmeta Iraqê 15 sal in mafê Xiristiyanan ê hilbijartinê misoger nake

.

Patrîkê Dêra Keldanî ya Katolîk li Iraq û Cîhanê, Kardînal Louis Rafael Sako, hikûmeta Iraqê bi tundî rexne kir û ragihand ku ew di 15 salên borî de di parastina mafê pêkhateyan de, bi taybetî mafê Xiristiyanan ku nûnerên xwe yên rasteqîn hilbijêrin, bi ser neketiye.

Di daxuyaniyeke nivîskî de derbarê hilbijartinên parlamentoya Iraqê, Kardînal Sako bang li hemû Iraqiyan û bi taybetî jî li Xiristiyanan kir ku beşdarî hilbijartinan bibin. Wî got, "Dengê xwe bidin wan kesên ku bê cudahî xizmeta Iraqiyan dikin û bi serwerî û aramiya Iraqê bawer in."

Sako bal kişand ser pirsgirêka bingehîn a di sîstema hilbijartinê de û weha axivî:

"Me bi fermî ji Hikûmeta Iraqê û Komîsyona Hilbijartinê daxwaz kiriye ku rê bidin Xiristiyanan ku tenê ji bo namzetên xwe yên Xiristiyan deng bidin, da ku ew bikaribin nûnerên xwe yên rastîn hilbijêrin."

Patrîk Sako herweha destnîşan kir ku "kesên gendel û komên çekdar ên ku li Nînovayê desthilatdarî bi dest xistine, civaka Xiristiyan temsîl nakin."

Di dawiya daxuyaniya xwe de, wî tekez kir ku tevî hemû zehmetiyan, civaka Xiristiyan dê serî netewîne û dê bi awayekî medenî li dû mafên xwe yên destûrî bigere. Di dawiyê de got, "Dêra Keldanî dê li hember zilmê bêdeng nemîne û dê tu carî bi paş ve gav navêje."

Kurdistan Haberleri

JI BER ÊRÎŞÊN LI SER BAŞÛRÊ KURDISTANÊ, JI BO ŞERMEZAR KIRINA DEWLETA ÎRANÊ CIVÎNA ÇAPEMENÎYÊ
Mesrûr Barzanî: Em dê ji bo bersivdayîna vê dijminatiyê hemû tedbîran bistînin
WSJ: Welatên Kendavê ber bi beşdarbûna şerê Îranê ve diçin
6 Pêşmerge şehîd ketin, nasnameyên wan diyar bûn
Efrîn.. Welatiyekî Kurd ji ber êrîşên nijadperest canê xwe jidest da