Josep Borrel: Divê peymana penaberan bi Tirkiyê re bê nûkirin

.

Josep Borrell ragihand ku divê peymana li ser penaberan ya di navbera Yekîtiya Ewropayê (YE) û Tirkiyê de were nûkirin.

Nûnerê Bilind yê Siyasetên Ewlekariyê û Pêwendiyên Derve yê YE Josep Borrell da zanîn ku divê peymana di derbarê penaberan de ya ku YE li gel Tirkiyê îmze kiriye, were nûkirin.

Ev gotinên Borrel piştî civîna wezîrên derve û hundir yên YE hat ku bi taybetî li ser pirsa penaberan kom bibûn. Borrell bersiva pirsa rojnamevanekî di derbarê nûkirina peymana li ser penaberan de da û got, “ez di wê baweriyê de me ku divê dema pêş ew peyman were nûkirin û divê ji niha ve gotûbêjê li ser wê yekê bikin.”

Peymana li ser penaberan roja 18ê Adara sala 2016an di navbera YE û Tirkiyê de hatibû îmzakirin, li gorî wê peymanê divê Tirkiyê, temamê penaberên ku di ser Tirkiyê re derbasî Yûnanistanê dibin wergire û rûbirûyî bazirganên mirovan jî bibe.

Ji bo xwedîkirina 3 milyon û 600 hezar penaberên Sûriyê, YE 6 milyar euro alîkarî gihande Tirkiyê.

Li gorî amarên Komîsyona YE, ji Adara 2016an û vir ve Tirkiyê 2 hezar û 140 penaberên ku derbasî giravên Yûnanistanê bûne, vegerandi ye û li cem xwe bicî kiriye.

Li gor peymana di navbera YE û Tirkiyê de, her koçberekî ku bi qaçaxî derbasî Yûnanistanê bibe, dê bo Tirkiyê paşve werê şandin û li hemberî wê YE dê ji bo her koçberekî paşveşandî, koçberekî sûrî yê li Tirkiyê tomarkirî bi rêyên yasayî bibe Ewropayê.

Rojhilta Navîn Haberleri

Mehmûd Abbas ferman da ku destûra demkî ya dewleta Fîlîstînê di nav 3 mehan de amade bikin
Hîzbûllah li dijî plana Trump ya Xezzayê derket
Serkirdeyekî Hemasê ji Rûdawê re got: Em bi ti awayî çekan radest nakin
Êrîşa hewayî ya li Îdlibê: Endamekî DAIŞê hat kuştin
Xameneyî: "Danûstandina bi DYA re tu feydeyê nade me"