Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson îro Pêncşemê dîyar kir ku Rûsya bi dagirkirina Ukrayna xeta sor derbaz kiriye û dest bi barbarîzmê kiriye.
Johnson, ku bo civînên NATO, G7 û Yekîtîya Ewrupa (YE) li Brukselê ye, dîyar kir ku divê welatên rojava toleyên dijî Rûsya berfirehtir bikin.
‘’Vladimir Putin xeta sor ya diçe barbarîzmê ji zû de derbaz kir.’’ Johnson ji rojnamevanan re got.
Wî da zanîn ku divê welatên rojava dijî Ukrayna bi hevdu re bixebitin û cengê bi qasî ji dest wan tê zû rawestînin.
Karbidestên welatên Ewrupî û yên Amerîka dibêjin ku Rûsya dijî sîvîlên li Ukrayna jî êrîşan li dar dixe, lê Moskow wan îdiayan red dike.
Avrupa Haberleri
PWK-SWÊD, LI STOCKHOLM Û ÛPSALAYÊ CIVÎNÊN AGAHDARÎYÊ LI DAR XIST
Li Fransayê hezar polîs birîndar bûn û nêzîkî 2400 kesî hatin desteserkirin
Hişyariya Macron: Kesên tundiyê dikin dê werin cezakirin
Li 5 welatên Ewropayê xwendekar û mamoste daketin kolanan
Li Vatîkanê ala Kurdistanê hat bilindkirin: Têkilî kûr dibin