Johannes Hahn: Pirsgirêka aboriya Tirkiye, siyasî ye

Berpirsiyarê Berferehkirinê yê Komisyona Ewrûpayê Johannes Hahn destnîşankir ku: “Aloziya aborî li Tirkiye di encama metodên siyasî yên desthilatê ye. Ev alozî jî bi alîkariya maddî û diravî ji bo Tirkiye nayê çareserkirin”.

Johannes Hahn di hevpeyvîna xwe ligel rojnameya Die Welt a Almanî de anî ziman: “Pirsgîrekên aborî ku li Tirkiye peyda bûn e, ew pirsgîrêk in, ên ku ew bi xwe bûn e sedem. Pêwîst nake em destwerdanê di van pirsan de bikin”.

Serokomarê Tirkiye sibe seredana Almanya dike û ligor şîrovekaran Erdogan dê daxwaza alîkariya aborî û krediyê ji Almanya bike.

Lê, ligor Hahn: “Ji bo başbûn a rewşa aborî siyasetek diravî ya zanyar, Bank a Navendî ya serbixwe, parastina bîngehên demokrasiyek bihêz dikare bibe alîkar. Erkê van reforman jî, li stûyê desthilata siyasî ye”.

Hahn herweha diyarkir ku, Ewrûpa dixwaze Tirkiye welatek ewle û serkeftî be, lê dive reform li vî welatî pêk bên. Wê demê de şirketên Ewrûpayî dîsa rêya Tirkiye hilbijêrin.

Kurdistan Haberleri

Siyasetmedarê Kurd Mehdî Zana koça dawî kir
Tirkiye di serlêdanên Schengenê de duyem e: Rêjeya redkirinê eşkere bû
Wezareta Pêşmergeyan: Amerîkayê em agahdar nekirine ku dê alîkariyan bibire yan na
Dara Bako û Zekeriya Goran li Almanyayê ji bo şaredariyan namzed in
Heyeta PWKyê Seredana GUNSÎAD, Baroya Amedê, DTSO, DÎSAyê Kir