Joe Wilson: Divê em dawî li serdestiya Îranê ya li Îraqê bînin

.

- Endamekî Kongreya Amerîkayê piştgiriya xwe ya ji bo kêmkirina bandora Îranê ya li Îraqê nîşan da.

Endamê Kongreya Amerîkayê Joe Wilson ragihand ku lawazbûna Îranê dê alîkariya Bexdayê bike ku hikûmeteke "dadperwer û azad" ava bike.

Ev daxuyanî di demekê de tê ku li Îraqê dan û standinên ji bo diyarkirina serokwezîrekî nû didomin.

Joe Wilsonê endamê Kongreya Amerîkayê û ji Partiya Komariyan ji Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde re axivî.

Wilson diyar kir ku bala wî ya li ser Îraqê ji ber wê yekê ye ku her du kurên wî li wir erkê leşkerî bi cih aniye û got:

"Armanca sereke ew e ku bandora Îranê neyê hiştin."

Pêdiviya Îraqê bi hikûmeteke azad heye

Joe Wilson destnîşan kir ku eger şiyana Îranê ya ji bo destwerdana karên navxwe yên Îraqê nemîne "divê ev yek enerjî û hêzê bide gelê Îraqê ku hikûmeteke azad û dadperwer ava bikin."

Wilson piştgiriya xwe ya ji bo zextên Amerîkayê yên li ser Bexdayê nîşan da ku ew komên çekdar ên pêwendiya wan bi Îranê re heye werin kontrolkirin û çekên wan werin standin.

Joe Wilson her wiha anî ziman:

"Di rastiyê de tiştê sereke nehîştina serdestiya Îranê ye, çi bi rêya komên milîs be çi jî bi rêya tirsandina kesayetên siyasî be."

Kurdistan Haberleri

Brîtanya amadehiya qedexekirina Supaya Pasdaran dike
Li Bursayê piştgiriya Amedsporê: Alayên kesk û sor li avahiyan hatin daliqandin
Yekşemê şandeke Parlamentoya Iraqê serdana PDKê dike
Qubad Talebanî: Em dixwazin bibin hinardekarên kareba û xwarinê
PWK: Em Jenosîda ku li Ermenîyan hatîye kirin rûreş dikin!