Joe Wilson bang li rêveberiya Trump kir: Piştevaniya darayî ya Iraqê rawestînin

.

Endamê Kongreya Amerîkayê bang li Washingtonê kir ku piştevaniyên darayî yên Amerîkayê ji bo Iraq û Tûnisê rawestîne.

Endamê Kongreya Amerîkayê Joe Wilson, ku yek ji kesên herî tund ê li dijî milîs û komên Heşdî Şeibî ye li ser hesabê xwe yê Xê got: ‘’Eger Iraq û Tûnis wisa bifikirin ku Serok Trump dê pererijandina ser wan berdewam bike ku ew bixwe jî nefretê li me dikin, yan bixwe dîn in, yan jî li gor wan Serok Trump gêj û bêaqile.’’

Joe Wilson da zanîn, komên milîs bi eşkereyî dijminatiya Amerîkayê dikin û di demên borî de jî pere û çek ji hikûmeta federal a Iraqê wergirtine û bi wan êrîşî ser binke û baregehên Amerîkayê yên li herêmê kirine.

Hêjayî gotinê ye, Amerîka ji bilî ku bi awayekî rasterast bi nirxê milyaran dolar alîkariya Iraqê kiriye, proseya firotina petrola Iraqê û dahatên wê bi rêya banka federal a Amerîkayê pêk tê û eger Amerîka bixwaze dikare bandoreke mezin li ser nirxê dolar li hember dînar û herwiha siyaseta darayî ya Iraqê çêbike.

Kurdistan Haberleri

Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide
JD Vance: Em dixwazin Rojhilata Navîn bi dîplomasiyê biguherînin
Şikefta Hezar Mêrd.. Cihekî ji serdema kevirî li Silêmaniyê
Netanyahu: Me rê li ber rûxandina birêvebiriya Tehranê xweş kir
Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK