Birêvebirê berê yê Navenda Têkoşîna li Dijî Terorê ya Neteweyî ya Amerîkayê Joe Kent got, Trump li şûna li hemberî Kurdan hêrs bibe bila bala xwe bidin wan kesên ku zanyariyên şaş dane wî.
Birêvebirê berê yê Navenda Têkoşîna li Dijî Terorê ya Neteweyî ya Amerîkayê Joe Kent, li ser siyaseta Serokê Amerîkayê Donald Trump ya Îranê daxuyaniyên balkêş dan.
Joe Kent îdia kir ku zanyariyên şaş dane Trump û jê re gotine bi çekdarkirina Kurdan û mixalefeta Îranê re dê rejîma Îranê di demeke kurt de têk biçe. ”.
Joe Kent yek ji wan kesan e ku di pêvajoya destpêkirina şerê li dijî Îranê de dest ji karê xwe berdaye.
Wî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da zanîn ku Îsraîlê ji bo ku Washingtonê bikişîne nav şer, senaryoyên ne rastî pêşkêş kirine û got:
“Serok Trump hêrsbûyî ye çimkî Îsraîliyan xeyalek firot wî.
Wan got ku dê bi çekdarkirina Kurdan û mixalefeta din a Îranê rejîma Îranê bi lez têk biçe.
Lê belê ev plan ne li ser bingeha rastiyên qadê bû, tenê daxwazek bû.”
“Kurd hevpeymanên krîtîk ên Amerîkayê ne”
Kent li dijî wê yekê derket ku hêzên Kurdan bibin armanc û destnîşan kir ku Kurd di têkoşîna li dijî terorê de yek ji hevpeymanên herî girîng ên Amerîkayê ne û wiha domand:
“Divê Serok Trump hêrsa xwe ne ji Kurdan ku hevpeymanên me yên krîtîk ên têkoşîna li dijî terorê ne derxîne.
Divê hêrsa xwe ji wan rayedarên Îsraîlî derxîne ku ji bo me bikişînin nav vî şerî zanyariyên şaş dane wî.”
Kent her wiha destnîşan kir ku armanca sereke ya Îsraîlê ne ew e ku bi tena serê xwe rejîma Îranê hilweşîne, ew dixwazin Amerîkayê rasterast bikişînin nav şer.
“Armanca Îsraîlê kişandina Amerîkayê ya nav şer bû”
Rayedarê berê yê Amerîkayê li ser mijarê ev agahî dan:
“Îsraîlê her tim dizanîbû ku bêyî Amerîkayê nikare rejîma Îranê hilweşîne.
Ji ber vê yekê diviyabû ku Washingtonê bikişînin nav şer. Ew îstixbaratên ku li ser Îranê dane me jî di çarçoveya vê armancê de bûn.”
Kent her wiha derdora Trump a nêzîk jî rexne kir û got, “Tîma Serok di dîtina armanca sereke ya Îsraîlê de têk çû û nekarîbû çarçoveya pêwîst nîşanî Serok bide.”
Di dema şerê Îranê de îstifa kiribû
Piştî destpêkirina şerê li dijî Îranê, di burokrasiya ewlehiyê ya Washingtonê de cudahiyên nêrînan çêbûbûn û Joe Kent wê demê dest ji karê xwe berdabû.
Dihat îdiakirin ku Kent bi taybetî li dijî wan stratejiyên guhertina rejîmê û planên ku li ser komên çekdar ên herêmî tên meşandin derketiye.
Van daxuyaniyên dawî yên Kent, nîqaşên li Amerîkayê yên li ser şerê Îranê, bandora Îsraîlê û rola komên Kurdan ên li herêmê careke din geş kirin.