Birêvebirê Navenda Neteweyî ya li Dijî Terorê ya Amerîkayê Joe Kent bi Rohilat Efrîn û Mezlûm Ebdî re civiya.
Joe Kent bi rêya hesabê xwe yê Xê hinek wêne belav kirin û ragihand, “Ez nû ji hevdîtina bi hevkarên me yên têkoşîna li dijî terorê yên li Îraq û Sûriyeyê vegeriyam.”
Di wêneyan de xuya dibe ku Joe Kent bi Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Rohilat Efrîn, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî û leşkerên Îraqê re hevdîtin kirine.
Joe Kent diyar kir ku ew çûye Îraq û Sûriyeyê û bi hevkarên xwe yên têkoşîna li dijî terorê re civiyaye.
Kent pesnê bipêşketinên ku hatine bidestxistin û sozdariya hevkarên xwe da.
“Hevkarên me yên têkoşîna li dijî terorê”
Joe Kent li ser hesabê xwe Xê daxuyaniyek belav kir û got:
"Ez nû ji hevdîtina bi hevkarên me yên têkoşîna li dijî terorê yên li Îraq û Sûriyeyê vegeriyam ku şerê li dijî DAIŞ, El Qaîde û komên ser bi Îranê ve didomînin."
"Gelekî balkêş bû”
Kent diyar kir ku ew ji ber bipêşketin û sozdariya hevalbendên xwe kêfxweş e û wiha pê de çû:
"Gelekî balkêş bû dîtina bipêşketina ku hatiye bidestxistin û sozdariya hevkarên me ya ji bo têkoşîna me ya li dijî terorê."
Wî her wiha amaje bi pêwendiya xwe ya taybet a bi Hêzên Taybet ên Îraqê re kir û got:
"Ji bo min bi xwe gelekî taybet bû ku min seriyek da Hêzên Taybet ên Îraqê, Dezgeha Dijî Terorê.
Tîma min a ODAyê sala 2003yan alîkariya avakirina wan kir, paşê min mil bi milê wan li Bexda, Felûce, Mûsil û li her devera di navbera wan de şer kir. Ew şervanên bêhempa ne."