Jineke Efrînî di topbarana Tirkiyê de canê xwe ji dest da

.

 Jineke koçber a ji Efrîn a Rojavayê Kurdistanê ku di topbarana artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wî welatî de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.

Beriya 5 rojan di 26ê Tîrmehê de jineke koçber a ji Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê di topbarana artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar de, li navçeya Til Rifetê birîndar bûbû.

Rêxistine Mafên Mirovan a Efrînê ragihandiye, ew jina Kurd li ser rêya navbera gundê Şêx Îsa û Til Rifetê li gundewarê bakurê Helebê birîndar bûbû.

Li gor heman çavkaniyê, navê wê jina Kurd Fehîma Reşo û 22 salî bûye û ji ber giraniya birînên xwe canê xwe ji dest daye.

Rêxistine Mafên Mirovan a Efrînê herwiha ragihandiye, di 26 ê Tîrmehê de, ji bilî Fehîma Reşo her yek ji Kewser Mistefa 17 salî, Lamiya Hesen 41 salî, Roxaş Reşo 15 salî, Sewsen Sobhî Mistefa 14 salî û Atriya Mihemed Şobek 20 salî jî birîndar bûne.

Kurdistan Haberleri

PWK Ewropa Beşdarî Kongreya Yekemîn a Federasyona Zimanê Kurdî ya Navdewletî Bû
Li Îraqê operasyona mezin a gendeliyê: Parlamenter û berpirsên bilind hatin desteserkirin
Nêçîrvan Barzanî Koma Dostaniya Kanadayî-Kurdî qebûl kir
Fuad Husên: Girtina Tengava Hurmizê zerereke mezin dide aboriya Îraqê
COLEMÊRG - Rapora şkenceya li 2 Kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê hat eşkerekirin