Jinan mohra xwe li Festîvala Fîlman a Amedê xist: 40 fîlmên derhênerên jin

.

Festîvala 3yemîn a Fîlman a Amedê bi beşdariyeke mezin a derhênerên jin didome.

Di festîvala îsal de derhênerên jin bi 40 fîlman mohra xwe li festîvalê xist.

Ji diyasporayê, ji Rojhilat û Bakurê Kurdistanê û welatên biyanî derhênerên jin bi mijarên cuda di festîvalê de cihê xwe girtiye.

Derhênerên jin vê rêjeya zêde ya beşdariyê gelekî baş û erênî dibînin.

Ew dibêjin a rast û pêwîst ew e ku çîroka jinan bi xwe û ya mirovahiyê bi çavên jinan were pêşkêşkirin.

Seroka Daîreya Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zeynep Yaş li ser armanca festîvalê axivî û got:

"Wekî Festîvala Fîlman a Amedê me bi taybetî xwest ku li vir dengê jinan bilind bibe û bigihêje hemû dinyayê."

Di festîvalê de kurtefîlm, fîlmên dirêj û belgefîlm, bi giştî 84 fîlm tên nîşandan.

Derhênerên 40 fîlman ji bajar û welatên cuda derhênerên jin ên Kurd û biyanî ne.

Sînemagera ji Rojhilatê Kurdistanê Baran Ehmediyê got:

"Ez ji Rojhilatê me, nûnera kurtefîlma Kewyarê me.

Ez gelekî kêfxweş im ku beşeke ji van karan li ser jinan e.

Ya girîng ew e ku jin bi xwe behsa çîroka xwe bikin.

Ev cudatir e ji behskirina kesên din."

“Em li vir hatin cem hev”

Derhêner û sînemagera ji Rojhilatê Kurdistanê Meryem Samediyê jî hestên xwe wiha anîn ziman:

"Hesteke gelekî xweş e ku em hatine vê astê û jinên me jî hatine fîlmên xwe nîşan didin.

Em li vir hatin cem hev, em nîqaşê dikin, em rexne dikin, em kêfê dikin."

Derhêner Zelal Sadakê jî got, "Nêrîna jinan gelekî cuda ye, em dixwazin zêdetir jin hebin."

Derhêner Nalîn Acar jî wiha axivî:

"Mijara jinan bi xwe girêdayî her tiştî ye.

Ji ber ku girêdayî hev e ez bawer im bi nêrîna jinan jî dê bêhtir zelaltir xuya bike.

Ji ber wê divê derhênerên jin bêhtir bibin û çîrok bi devê jinan werin pêşkêşkirin."

Naveroka fîlmên derhênerên jin cuda cuda ye û ew di festîvalê de ji ber beşdariya mezin a sînemagerên jin kêfxweş in.

Vê yekê jî bi taybetî ji bo veguhastina çîrokên Kurdan û mirovahiyê wekî bipêşketineke girîng û pêwîst bi nav dikin.

Derhêner Fatoş Stêrkê got:

"Fîlma min Li Kurdistanê Mij û Şev e.

Belgefîlm e û li ser 7 keçikên Êzidî ye ku ji Şingalê reviyane hatine Bakurê Kurdistanê û ji wir jî çûne Ewropayê.

Di vê fîlmê de em hemû wekî sînemagerên jin xebitîn, ev jî ji bo min cihê kêfxweşiyê ye.

Hem li cîhanê û hem jî di sînemaya Kurdî de em dixwazin jin zêdetir bibin û di her qada sînemayê de cihê xwe bigirin."

Sînemager Şilêr Mirdoxiyê jî anî ziman:

"Divê çîroka jinan dîsa bi devê jinan û bi zarê jinan were veguhastin ku bi rasteqînî êşa jinan were dîtin.

Jina Kurd ne ew jin e ku li paş karan be, ne ew jin e ku tenê zarokan mezin bike.

Helbet wan karan jî dike lê li gel wê jina Kurd di karên rojane de ye, di siyasetê de ye.

Rengê jina Kurd li ser civakê heye, hunermend e, şêwekar e, wate hemû rolên jinên Kurd hene."

Festîvala Fîlman a Amedê ku 7ê vê mehê dest pê kir dê îro bi merasîma taybet a xelatdayînê bi dawî bibe.

RUDAW

Kurdistan Haberleri

Konferansa Enstîtûya Kurdî ya Parîsê
Berdevkê HSDê Ferhad Samî: Di dewriya ku leskerên DYAyê hatin kustin em tinebûn
Trump li ser êrîsa li Sûriyê gefa tolhildaneke tund xwar
Mazlûm Ebdî: Peymana 10ê Adarê nexşerêya Sûriyeya nû ye
Serok Barzanî pîrozbahiya Berhem Salih kir