Jina Kurd Şemsî Xusrevi, bi îdamê re rû bi rû ye

.

Dadgeha Şoreşê ya Tehranê piştî daraza jina Kurd ya bi navê Şemsî Xusrevî (44) kir, niha xwuyaye ku bi îdamê re rû bi rû ye.

Sûcên ku dadgeh bal bi Xusrevî de dide; “derxistina xerabkirinê li ser rûyê erdê” û “casûsiya li ser navê Îsraîlê” ye.

Xusrevî, niha di zîndana Qarçak de ye. Piştî li Tehranê Xusrevî derxistin ber dadgerê dadgehê yê bi navê Ebulqasim Salawati ku dafdgerê beşa 15.em e, di dema darazê de dadger jê re gotiye:

“Ti cezakî ji bilî cezayê îdamê ne li benda te ye.”

Xusrevî, di 5ê Adara 2026an de li ser rêya bajarê Kerec-Tehranê ji aliyê hêzên asayîşê de hatibû girtin. Piştî desteserkirina wê heya 2 mehan, haya ti kesî jê nemabû.

Hê jî nahêlin ku Xusrevî mafê xwe yê parezeriyê bikarbîne.

Siyaset Haberleri

Li Qamişloyê li dijî sînordarkirina Kurdî çalakiyeke mezin tê lidarxistin
Amerîka: Em piştgiriyê didin Herêma Kurdistanê da ku xwedî hêz be
Amedsporê Beşîktaş têk bir û derket lûtkeya Superlîgê
Wezîrê Veguhastinê yê Tirkiyeyê: Me û Îraqê li ser fînansekirina Rêya Bipêşketinê li hev kir
Li Berlînê Partiya Çep bi ser ket: Îhtimal heye 5 Kurd bikevin parlamentoyê