Jimara 16an a Nûbihar Akademîyê derketiye

.

Kovara Nûbihar Akademîyê, bi jimara xwe ya 16an sala xwe ya heştan temam kiriye.

Jimara 16an a Kovara Nûbihar Akademiyê derketiye. Kovarê bi vê hejmarê re sala xwe ya heştan temam kiriye. 

Di jimara vê kovarê de neh gotar û belgenameyek hatiye weşandin. Ji gotaran pênc heb bi kurdî (çar bi kurdîya kurmancî, yek bi kurdîya soranî), du heb bi ingilîzî û du heb jî bi tirkî ne. Belgenameya navborî farisî ye.

Amadekarên kovarê biryar dane ku ji vir şûnde di her jimareke Nûbihar Akademîyê de, li dora temayeke xebatên kurdî û di bin navê “dosyaya jimarê” de komek gotarên tematîk bên amadekirin. Di her jimarekê de ev gotarên dosyayê û gotarên cihêreng bi hev re bên weşandin. Li gorî vê biryarê di jimara yekem a sala 2022ê de Nûbihar Akademîyê wê bi naveroka “Kurdên Yarsan” were çapkirin. Wê akademîsyen Shahab Valî vê dosyayê amade bike.

Nivîsên ku di vê hejmarê de hatine weşandin ev in:

1. Ayhan Tek “Eskatolojî, di Edebiyata Kurdî de Numûneyên Wê û Nû-varyanteke

Beyta Sekeratê”

2. Hêmin O. Ahmed, “فەقێ قادری هەمەوەند لە بەڵگەنامەكانی قاجاریدا /Feqî Qadirî Hemewend le

Belgenamekanî Qaçarî da”

3. Nesim Sönmez, “Di Kilamên Dengbêjîyê da Bûyera Mûsa Begê Mûşê û Gulîzarê”

4. Engin Korkmaz, “Siyaset Bilimi Bağlamında Sıtranların Etkisi: Nasturi ve Kürt

Sıtranları Örneği”

5. Mehmet Rezan Ekinci, “Mîr-i Aşiretten Eşkıyalığa: Aşiret Hanedan Üyelerinin

Makbulden Madunlaşma Sürecine Bakış 1800-1855”

6. Serhun Al, “Kurdish Self-Determination, Turkish Anxiety: The Making of the

Republican Raison D'état”

7. Cihat Yılmaz, “Turkey’s Kurdish Question Revisited; Perspectives of Kurdish

Political Parties Towards the Kurdish Issue”

8. Yusuf Baluken, “Ji Serdema Rêvebiriya Mîr Şerefê Rojkî Çend Dokûment”

9. Tahirhan Aydın “Tuhfetu’l-Khullan fi Zimani Kurdan”

10. Esmail Shams, “ایلی همه وند تکیه بر اسنادی منتشر نشده / Îlî Hemewend Tekye ber Esnadî

Munteşir Neşode”

Nûbihar Akademîya salê du caran diweşe û hem bi rêya çapê hem jî bi awayekî dîjîtal digihîje ber destê xwîneran.

Malperên dîjîtal ên kovarê ev in:

https://nubiharakademi.net/

https://dergipark.org.tr/tr/pub/nubihar

Kurdistan Haberleri

Iraqê piştî 30 salan 2 baregeh li ser sînorê Tirkiyê ava kirin
Zanyarên Ewlehiyê: Ji navxweya Îraqê êrîşî Zeviya Kormorê ya Gazê hatiye kirin
Parêzgarê Dihokê û tîma Dihoksporê Amedspor pîroz kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (285)
Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em AmedSporê Pîroz Dikin