Nîqaşên li ser paşerojaRojavayê Kurdistanê ji qada leşkerî derbasîqada mafên siyasî dibin.
Li gorî lêkolîna dawî ya Navenda LêkolînênMeydanî (SAMER), tevlibûna Kurdan a dinav pergala dewleta Sûriyeyê de êdî netenê bi statûya çekdarî ya HSDyê lê bisernavên wekî mafên destûrî, ewlehî ûnûneratiya siyasî tê nirxandin.
Lêkolîn nîşan dide ku di nav civakê de tevîhêviya asayîbûnê, fikar û gumanên mezinên li ser misogeriya mafan hîn jî didomin.
Di lêkolînê de 175 parvekirinên medyayacivakî bi rêbaza analîza naverokê hatinlêkolînkirin.
Ev parvekirin ne tenê li gorî naveroka xwe lêdi heman demê de li gorî wateyên xwe yênsiyasî û hestên ku di nav xwe de dihewînin jîhatine nirxandin.
Li gorî lêkolînê, nîqaşên ku di destpêkê dedi hinek waran de erênî dimeşiyan, piştîkuştina Samî Şêxmus Heso ku wekî SîpanHiznî tê naskirin rastî şikestineke mezinhatin.
Piştî vê bûyerê, di daxuyaniyên li serentegrasyonê de mijarên wekî fikar ûewlehiyê zêdetir derketin pêş.
Di navbera hevkarî û dijberiyê de: Sênêzikatî
Li gorî daneyên SAMERê derbarêentegrasyonê sê nêzîkatî derdikevin pêş:
• Erênî: Bidawîbûna şer, asayîbûna siyasî ûbeşdariya Kurdan a di avakirina Sûriyeya nûde.
• Bişert: Di warên ziman, çand, temsiliyetasiyasî û ewlehiyê de dayîna mîsogeriyêndestûrê.
• Rexneyî: Jidestçûna destkeftiyan,bihêzbûna navendîbûnê û rîskaasîmîlasyonê.
Lêkolîn destnîşan dike ku di navbera vannêzîkatiyan de sînorên qethî nînin, hêviyadawîbûna şer û tirsa windakirina mafan bihev re dimeşin.
Ji ber vê yekê ev rewş wekî “hêviya bişert”tê binavkirin.
Navenda nîqaşê guherî
Di destpêkê de nîqaş li ser nemana HSDyêû entegrasyona leşkerî bûn lê di nîvê yekemê Îlonê de rojev guherî û pirsên wekîperwerdeya Kurdî, mafên siyasî û ewlehiyêketin rojevê.
Pirs jî ji "Gelo dê entegrasyon çêbibe?"veguherî pirsa "Ev entegrasyon dêpergaleke çawa ava bike?"
Perwerdeya Kurdî: Ezmûna civakî yayekem
Perwerdeya bi zimanê Kurdî bû nîşaneyaherî mezin a "bê ka dê entegrasyon dijiyana rojane de çawa bersivê bibîne."
Ji bo bikarhêneran ne tenê naskirina fermîya zimên lê bikaranîna wî ya di dibistanande girîng e.
Kurdî wekî nasname, bîra çandî ûberdawamiya nifşan tê dîtin.
Rewşa ewlehiyê guman zêde kirin
Kuştina Samî Şêxmus Heso (Sîpan Hiznî) ûbûyera girtîgeha Kobaniyê, pirsa "Gelodewlet dikare Kurdan biparêze?" anî rojevê.
SAMER diyar dike ku ev angaşt ne rastiyênteqez in lê wekî şîroveyên bikarhênerên liser tawanbarî û sedeman hatine nirxandin.
Bîra Kobaniyê: Pîvana rewabûna pergalanû
Têkoşîna li dijî DAIŞê û bedêlên ku liKobaniyê hatine dayîn, bûne pîvanarewabûna pergala nû.
Dema ku encamên siyasî yên îro û bedêlênberê li hev nakin, hestên bêhêvîtî ûwindakirinê di nav civakê de zêde dibin.
Şam û aktorên Kurd: Nîqaşên li serbirêvebiriyê
Nêzîkatiya li hemberî Şamê du alî ye: Hinekjê wekî aktorekî ku dawî li şer tîne dibînin,hinek din jî wekî gefeke ku saziyên herêmîlawaz dike dihesibînin.
Nirxandinên li ser Mezlûm Ebdî û ÎlhamEhmedê jî wiha ne, hinek wan wekî mîmarênçareseriya siyasî dibînin, hinek jî bi awayekîtund wan rexne dikin.
Hêvî, fikar û hêrs bi hev re dimeşin
Hêvî û bendewariyên destpêkê, bi fikarên liser mafan û bûyerên ewlehiyê re cihê xwedan hêrs û bêbaweriyê.
Li gorî SAMERê ev hêrs ne wekî redkirinaentegrasyonê lê wekî daxwazaentegrasyoneke hevseng, ewledartir û li serbingeha mafan e.
Encam: Entegrasyon ne dawî,destpêkeke nû ye
Li gorî encama giştî ya SAMERê,bidawîbûna pergala leşkerî ya serbixwe yaHSDyê daxwazên Kurdan ji holê ranekiriye,tenê şêwaza nîqaşê guherandiye.
Nîqaşên li ser statûya leşkerî bi dawî bûn ûcihê xwe dan statûya destûrê, nûnertiyasiyasî û mafên çandî.
rudaw