Ji Rihayê bi Kurmancî û Zazakî banga zimanê Kurdî

.

Kampnaya dersa bijarte li parêzgeha Riha berdewam e, rêkxistinên sivîl û aliyên siyasî piştevaniya vê kampanyayê dikin.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kampanya dersa bijarde ya zimanê Kurdî berdewam e. Ji rêxistinên sivîl heta partiyên siyasî gelek alî piştîvaniya kampanya zimanê Kurdî dikin û banga hilbijartina dersê dikin.

Kampanya îsal a ji bo hilbijartina dersa bijarde ya Kurdî li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê bi germî birêve diçe.

Serokê Komeleya Ehmedê Xanî ya Rihayê Aziz Baydilli balê dikşîne ser otoasîmîlasyonê û hişyariyê dide malbatên Kurd û daxwazê ji wan dike ku bo zarokên xwe dersa Kurdî li dibistanan hilbijêrin.

Serokê Şaxa Partiya DEVAyê ya Rihayê parêzer Ahmet Tuysuz ku li ser tabeleya wan zaravayên Kurmancî û Zazakî jî hene, bi Zazakî bang dike û ji malbatan dixwaze zimanê xwe yê dayikê hilbijêrin.

Sazî û rêxistinên sivîl bi serpereştiya HEZKURDê 10ê Çileya 2023ê ji bo hilbijartina dersên bijarde yên bi zaravayên Zazakî û Kurmancî kampanya dabûn destpêkirin. Pêvajoya hilbijartina dersên bijarde li dibistanan 16ê Çileyê destpê kir û heta 10 Sibatê berdewam dike. Malbatên ku zarokên wan di pola 5, 6, 7 û 8an de dixwînin dikarin ji bo zarokên xwe dersên Kurmancî û Zazakî hilbijêrin, daku zarokên wan sala 2023-2024 heftane demjimêrekê dersa Kurdî bibînin.

Kurdistan Haberleri

Fraksiyonên Kurdistanî: Êrişên li ser Herêma Kurdistanê şiyana dewletê dixin bin gumanê
Şerê li Rojhilatê Kurdistanê gurtir dibe, Pasdar ji hinek baregehan vekişiyan
KERKÛK - Heşdî Şebî hat bombebarankirin, kuştî û birîndar hene
ROJAVA - Amerîkayê hêzên nû şandin Qesrikê
ENKS di salvegera Serhildana 12ê Adarê de: Divê doza Kurd bi diyalog û danûstandinê were çareserkirin