Ji PAKê seredana pişgtirîyê bo PSKê

Ji PAKê seredana piştgirîyê bo PSKê

Şandeke PAKê ku ji Cîgirê Serokê Gişti Nurî SINIR endamê rêveberiya navendî Abdurrahman ECER Serokê teşkilata bajarê Amedê Hanifi TURAN û yek ji damezrênerê PAKê Murat DORTYAMA pêkhatî  îro  (4.10.2016) li Diyarbekirê serdana PSKê kir.

Heyet ji alîyê Serokê PSK Mesud Tek û cigîrserok Bayram Bozyel û Umut Ciwan Aytaş û endamê rêvebirê rêxistina Amedê yê PSKê Hidayet Fidan ve hatin pêşewazîkirin.

Weke ku tê zanîn Waliyê Manisayê bi awayekî kêfî tabelaya PSKê (Partiya Sosyalist a Kurdistanê) daxistiye. Walî sedema helwesta xwe weke xeteriya ewlehiya bajêr destnîşan kir.

Cîgirê Serokê Gişti Nuri Sınır  li ser navê şandê peyivî di axaftina xwe de bahsa rewşa aktuel kir, Banga bicîhanîna nirxên demokrasiyê kir û piştgirîya partîya xwe nîşanê PSKê û helwesta dewletê şermezar kir.

Piştî axaftina Cîgirê Serokê Gişti yê PAKê sohbetek germ pêk hat. Seredana PAKê bi awayekî berhemdar bi dawî hat.

Siyaset Haberleri

Baregeha Barzanî: Di Foruma MERIyê de nûnertiya parçeyên din ên Kurdistanê nehatiye kirin
Du nav û du alfabeyên cuda li Elegeza keleha Kurdî: Kurdî û ‘Êzidîkî’
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist