Ji PAKê Agahdarî Ji Raya Giştî Re!

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) ji raya giştî re agahdarîyek belav kir.

Navenda Nûçeyan - PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) ji raya giştî re agahdarîyek belav kir. Naveroka agahdarîya ji Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê hatîye belav kirin wiha ye:

 

“Di roja 23.04.2020an, bi seeta Amedê  di seet:18.00an de , di bernameya zindî ya Stêrk TVyê de, di nûçeyekê de  daxuyanîyeke bi navê ‘’Partîyên Kurdistanî’’ ya di derbarê rûdanên li Zînî Wertê de hate belav kirin.Lê mixabin di wê nûçeyê de wêneyekî Serokê Giştî yê partîya me Birêz Mustafa Özçelik yê  ku berê hatîye kişandin jî hatîye belav kirin.

 

Tu eleqeya partîya me û ya Seroke Giştî yê partîya me bi wê daxuyanîyê re   tune ye.Lê Stêrk TVyê wek ku eleqeya partîya me jî bi wê daxuyanîyê re hebe, wêneyê Serokê Giştî yê partîya me di wê nûçeyê de belav kirîye. Ev helwest, li dijî prensîb û ehlaqê rojnamegerîyê ye.

 

PAKê pêştir bîr û ray û pêşnîyarîyên xwe yên di derbarê rûdanên li Zînî Wertê û li Başûrê Kurdistanê de bi raya giştî re parve kiribû.

 

Parlamento û  Hikûmeta Herêma Kurdistanê  û Artêşa Netewî ya Girêdayî Wezareta Pêşmerge îradeya gelê me yê Başûrê Kurdistanê temsîl dikin.

 

Bi vê minasebetê, em wek PAK , careke din bangî hemû partîyên li Başûrê Kurdistanê dikin; bangî hemû hêzên leşkerî, çekdarî, sîyasî, sivîl , bangî hemû   partî û dezgeh û dewletan dikin ku, rêzê li hebûn, desthilatdarî, resmîyet û biryarên Parlamento, Hikûmet û Artêşa Netewî ya Girêdayî Wezareta Pêşmerge bikin. Çareserîya pirsgirêkan bi bicîhanîna van gavan ve mimkun e.

 

Herweha partîya me careke din aşkere dike ku divê pirs û pirsgirêk bi rêyên dîyalogê û bi rêyên aştîyane bêne çareser kirin.

 

Lêxwedî derketin, parastin û pêşde birina hemû destkeftîyên  Dewleta Federe ya  Başûrê Kurdistanê, wazîfe û berpirsyarîya netewî, niştimanî ya hemû Kurd û Kurdistanîyên li cîhanê ne.”

25.04.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

Siyaset Haberleri

Daxuyaniya bi hilkefta pêkhatina Pêncemîn Plînoma Komîteya Navendî ya Hizba Dêmokrat
Şandeyeke Kongreya Amerîkayê bi Ehmed Şer re civiya
Keleha Hewlêrê dê bi muzîka Rojavayê Kurdistanê olan bide: ‘Yekpar’ û ‘Şahmaran’
Şoreşa teknolojiyê: Robot êdî dikarin bibin dayîk
Ji Serê Kaniyê heta Derayê heman kes, heman tehdîd: Çekdar kincên xwe diguherin