Ji PAK-Swêdê li ser hilbijartinan civîna şêwrê

PAK-Swêd li ser hilbijartinên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi hin rewşenbîrên bakurê Kurdistanê re civîneke şêwirdarîyê pêk anî.

Îro li ser vexwendina PAK-Swêdê (Rêxistina Piştgirên PAKê li Swêdê) gelek rewşenbîr û siyasetzanên bakurê Kurdistanê li ser her sê hilbijartinên (herêmî, serokatî û parlamento) ku li Tirkiyeyê dê di  sala 2019an pêk werin, civîneke şêwirdarîyê pêk hat. Beşdarên civînê her yek fikrên xwe û pêşniyarên xwe yên li ser hilbijatinan anîn ziman.

 

Civîn bi moderatoriya Abît Gurses bi rêve çû. Abit Gurses di dawiya civînê de 3 xalên hevbeş tesbît kir. 1- Bloka Kurdistanî pêwist e, 2- Partiyên Kurdistanî him beriya hilbijartinan û him jî piştî hilbijartinan divê bi hev re wek blok tev bigerin. 3-Bloka Kurdistanî divê di hilbijartinan de bi HDPê re riyên hevbeş yê bi hev re helwest danînê bigere.

 

Siyaset Haberleri

Baregeha Barzanî: Di Foruma MERIyê de nûnertiya parçeyên din ên Kurdistanê nehatiye kirin
Du nav û du alfabeyên cuda li Elegeza keleha Kurdî: Kurdî û ‘Êzidîkî’
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist