Ji NYê Hişyarî bo Îdlibê

Neteweyên Yekbûyî (NY) dîyar kir ku di sê meh û nîvên dawî de li herêma Îdlibê pirtirê 500 sîvîlan hatine kuştin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) dîyar kir ku di sê meh û nîvên dawî de li herêma Îdlibê pirtirê 500 sîvîlan hatine kuştin.

Cîgirê Kordînatorê Alîkarîya Mirovî ya Sûrîyê Mark Cutts dîyar kir gava pêvçûnên li herêma Îdlibê gur dibin, kuştina sîvîlan jî zêde dibe.

Li gor NY'ê piranîya kuştina sîvîlan di encama êrîşên esmanî yên hêzên Sûrîyê û Rûsya de pêk hatine.

NY dide zanîn ku ew jiber kuştina sîvîlan ketine fikaran.

Cutts dîyar kir ku jiber êrîşan xebatkarên xizmetên saxlemîyê jî di şertên dijwar de dixebitin.

Wî got ku ji dawîya meha Nîsanê vir ve bi kêmî ve 17 nexweş û xebatkarên saxlemîyê hatine kuştin.

Li herêma di destê serhildayan de herî kêm 3,000,000 sîvîl dijîn.

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Ez naxwazim Tirkiye were başûrê Sûriyeyê
Sebah Numan: Lêkolîn derbarê êrîşa li ser nivîsgeha Serokwezîrê Herêmê berdewam e
Mamoste û xwendekar dixwazin ku waneyên zanistî jî bi Kurdî bin
Gulan Avci: Gefa kuştinê li min û zarokên min hat xwarin
NATOyê li ser vekişîna ji Îraqê daxuyanî da