Ji Kurdên Swêdê tevkarîyeka berfireh

Delegasyonek ji rêxistinên vê Hevkariyê hate avakirin ku vê xebatê bimeşînin

Li ser banga Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) îro (4.09.2016) bi piraniya rêxistinên kurd li Swêdê li ser şerê heyî û êrîşa Tirkiye ya li ser Rojavayê Kurdistanê civînek pêk hat.

Beşdarbûyîna  civînê gelek berfireh bû. PAK, PSK, PYD, KDP, YNK, KDP-Bakur, Komîteya HEVKARÎ ya rêxistinên Kurd û Kurdistanê li Swêdê, EKSS (Encumenê Kurdên Sûrî li Swêdê) û hinek şexsiyetên kurd.

Serokê Federasyonê Keya Îzol rewşa nuha ya Kurdistanê anî ziman û li ser êrîşa Tirkiye li himberî gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê sekinî.

Keya Îzol bal kişand li ser gîringiya hevkarî û yekdengiya rêxistinên Kurdan û got ku ”Li çar alîyê welatê me şerê germ dom dike. Bi sedhezaran Kurdên sivîl di bin tehdîtên hêzên dagîrkeran de dijîn.

Dewleta dagîrker Tirkiye, digel terorîstên jîhadîst bi hêzên xwe yên leşkerî ketine nav axa Kurdistana Rojava û roj bi roj cepha xwe ya şer firehtir dikin. 

Divê Rêxistinên kurd bi yek dengî li himber vê rewşê rawestin.”

Piştî axaftina Keya Îzol beşdarên civînê nerîn û pêşniyarên xwe diyar kirin.

Di civînê de li ser sê  xalan  biryar hate girtin.

1. Daxuyaniyek li ser navê vê hevkariyê were amade kirin û ji bo raya giştî bê belavkirin.

2. Xwepêşandin û meşek girseyî bi pêşengiya FKKSê bi hevkarî/tevlîbûna rêxistinên beşdar li Stockholme were li darxistin. Di vê xwenişandanê de şiyarên li hember dagirkeriya Tirkiye û piştgiri ji bo Kurdên Rojava derkevin pêş.

3. Delegasyonek ji rêxistinên vê Hevkariyê hate avakirin ku vê xebatê bimeşînin. Ev komite wê serdana Wezareta derve ya Swêd, Yekîtiya Europa û sefaretên DYA û Rûsya Federal bike.

Roza Kurd

Avrupa Haberleri

Carol Prunhuber pirtûka xwe “L’impossible Kurdistan”a ku li ser jiyana Qasimlo û tevgra kurdî ye li Enstîtuya kurdî ya Parîsê da
Emmanuel Macron: Dibe ku em leşkeran bişînin Ukraynayê
Putin wekî Serokê Rûsyayê tê hilbijartin
Polîs avêt ser şaredariya Parîsê
Yekîtiya Ewropayê li Deryaya Sor dest bi operasyonekê kir