Ji Îtalya û Fransayê biryarên Jenosîda Ermanan

Hikûmeta Îtalyayê, reşnivîsa peşnîyarî ya Meclîsa Nûneran a Îtalyayê ku tê de daxwaza naskirina Qirkirina Ermenan dihate kirin, pesend kir. Fransayê jî roja 24ê Nîsanê weke 'Roja Bîranîna Jenosîda Ermenan' ragihand.

Li gor nûçeya DW Turkçeyê, li Meclîsa Nûneran a Parlamentoya Îtalyayê, reşnivîsa ku daxwaza naskirina bûyerên 1915an weke Qirkirina Ermenan dihat kirin, hat pesendkirin. Biryar, ne xwedîyê erkeka hiqûqî ye.

Di reşnivîsê de daxwaz tê kirin ku Qirkirina Ermenan bi awayekî fermî were naskirin û di qada navneteweyî de dengvedanek encam bide.

Di dengdanê de 382 parlamenterên Îtalî yên ji partîyên desthilat û opozîsyonê, dengên 'erê' dan û Serokwezîrê berê Silvio Berlusconî û 43 ji partîya wî jî dengên dûrepezîyê dan.

Biryar, ji alîyê hiqûqê ve ne xwedîye erkeka sepandinê ye.

FRANSAYÊ 24Ê NÎSANÊ WEKE 'ROJA BÎRANÎNA JENOSîDA ERMENAN' RAGIHAND

Li alîyekî din Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron jî, biryarnameya ku 24ê Nîsanê weke Roja Bîranîna Jenosîda Ermenan radigihîne, îmze kir û biryarname di rojnameya fermî de hat weşandin.

Firansayê di sala 2001ê da, bûyerên 1915an weke 'jenosîda Ermenan' nas kiribû.

Avrupa Haberleri

PWK-SWÊD, LI STOCKHOLM Û ÛPSALAYÊ CIVÎNÊN AGAHDARÎYÊ LI DAR XIST
Li Fransayê hezar polîs birîndar bûn û nêzîkî 2400 kesî hatin desteserkirin
Hişyariya Macron: Kesên tundiyê dikin dê werin cezakirin
Li 5 welatên Ewropayê xwendekar û mamoste daketin kolanan
Li Vatîkanê ala Kurdistanê hat bilindkirin: Têkilî kûr dibin