Ji Îngiltereyê welatperwerên kurd Bûrhan Namik Jaf û Jasîn Kaplan li Amedê serdana PWKyê kirin

.

Ji Îîngîltereyê welatperwerên kurd Burhan Namik Jaf û Jasîn Kaplan di roja 04.09.2026an de li Amedê seredana PWKyê kirin.

Bûrhan Namik Jaf dîplomatekî kurd e, li ser navê Dewleta Iraqê li gelek dewletên cîhanê wek balyoz wazîfe pêk anîye û birayê Serokê Yekem ê Parlamentoya Başûrê Kurdistanê rehmetî Cewher Namiq e.

Jasîn Kaplan şêwirmendê berê yê rêberê Partîya Karkeran a Îngiltereyê, parlamenter Jeremy Corbyn e.

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk û rêveberên partiyê pêşwazîya şandeya mêvan kirin.

Mustafa Ozçelîk ji ber vê serdanê spasiya şandeya mêvan kir. Şandeya mêvan jî ji ber vê pêşwazîkirinê spasîya heyeta PWKyê kir.

Bûrhan Namik Jaf û Jasîn Kaplan de, ji bo tazîyeya welatperwerê kurd mehdî Zana hatine Kurdistanê.

Bûrhan Namik Jaf û Jasîn Kaplan, pîroz bahîya 2yemîn Kongreya PWKyê kirin û ji rêvebirên nû yê PWKyê re serkeftin xwestin.

Di vê hevdîyinê de mêvana û heyeta PWKyê li ser geşedanên li Kurdistan, Tirkîye, Îraq û herêmê nêrînên xwe pêşkêş kirin.

Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk di derbarê ’’pêvajoya heyî’’ de xebatên li ser tifaqa neteweyî ya li Bakurê Kurdistanê û 2yemîn Kongreya Asayî ya PWKyê û xebatên wê de agahî dan şandeya mêvan.

Şandeya mêvan jî nêrînên xwe yên derbarê geşedanên herêmê de anîn zimên.

Hevdîtina şandeya mêvan û heyeta PWKyê di atmosfereke dostane û berhemdar de pêk hat.

04.09.2026

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Heyeta PSKyê Li Amedê Seredana PWKyê Kir
Partiyên Rojhilatê Kurdistanê: Angaştên artêşê ne rast in
Li Merîwanê navên tax û kolanan dibin bi Kurdî
Semtner: Kontrlkirina çekan li Iraqê di berjewendiya Herêma Kurdsitanê jî de ye
Tirkiyeyê navê Mezlûm Ebdî ji lîsteya terorê derxist