Ji Hizbullaha Lubnanê daxuyaniya Rojavayê Kurdistanê

.

Emîndarê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê, Hesen Nesrullah tekezî li ser kontrolkirina hemû axa Sûriyê ji aliyê hikûmeta Şamê ve kir û ragihand, divê Rojavayê Kurdistanê bikeve di bin desthilata hikûmeta Sûriyê de.

Hesen Nesrullah îro Pêncşemê 19ê Tebaxê di gotarekê de ragihand, “divê navçeyên Bakurê Rojhilatê Sûriyê bikeve di bin desthilata hikûmeta Sûriyê de.”

Nesrullah rexne li hebûna hêzên Amerîkayê di nav axa Sûriyê de girt û ragihand, “Amerîkî ji bo parçekirina Sûriyê li wî welatî ne.”

Emîndarê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê got, “amerîkî petrola Sûriyê didizin û ber bi Iraqê ve dibin.”

Hesen Nesrullah daxwaza vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraq û Sûriyê kir û diyar kir, “hêzên dagîrker divê ji navçeyê vekişin.”

Hizbullaha Lubnanê ji destpêka şerê navxwe û krîza li Sûriyê ve, piştgiriya hikûmeta Beşar Esed dike û çekdarên wê ji bo berevaniya ji hikûmeta Esed di nav axa Sûriyê de bicih bûne.

Rojhilta Navîn Haberleri

PWKyê Li Amed, Mêrdîn û Batmanê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî Pîroz Kir
PWK li Amedê beşdarî civîna çapemenîyê ya Komeleya Şêx Seîd bû
Putin ji Ehmed Şer re got: Me her tim yekparçeyiya axa Sûriyeyê parastiye
Çendîn welatan firîna balafirên xwe û serdana xelkê xwe bo Îranê ragirtin
Macron, Starmer û Merz derbarê xwenîşandanên li Rojhilat û Îranê daxuyaniyeke hevpar da