Ji herêma erdhejê 166 hezar û 238 xwendekar hatine veguhestin

.

Wezîrê Perwerdê yê Tirkiyê Mahmut Ozer ragihand ku ji parêzgehên li herêma erdheja Mereşê ya 6ê Sibatê 166 hezar û 238 xwendekar bo dibistanên li parêzgehên din hatine veguhestin.

Piştî erdheja Mereşê li dibistanên 11 parêzgehên ku erdhejê bandor li wan kiribû perwerde hatibû rawestandin û ev biryar heta niha jî berdewam e.

Wezîrê Perwerdê yê Tirkiyê Mahmut Ozer roja Yekşemê 26ê Sibata 2023an li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê rewşa dibistanên li herêma erdhejê de peyamek belav kiriye û dibêje xwendekar li ser daxwaza wan bo parêzgehên wek Enqere, Stenbol, Antalya û çend parêzgehên din tên veguhestin.

Li gor zanyariyên Ozer belav kirine hejmara xwendekarên bo parêzgehan tên veguhestin wiha ye:

Enqere: 22,364

Antalya: 16.013

Stenbol: 12.044

Mersin: 15.611

Konya: 9.552

Izmir: 6.659

Kayseri: 5.421

Mugla: 5.066

Bursa: 4.765

Aydin: 4.125

Li gor amarên Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê li herêma erdhejê 24 dibistan bi temamî herifîne û zerareke zêde jî gehiştiye 83 dibistanan û ne guncaw in perwerde li nav wan berdewam be. Herwiha Wezîrê Perwerdê ragihandibû ku dê li dibistanên parêzgehên herêma erdhejê 1ê Adara 2023an perwerde destpê bike lê amaje bi wê yekê dabû ku dikarin li gor rewşê heta 13ê Adarê jî vê biryarê dirêj bikin.

Kurdistan Haberleri

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK): PWKyî Ji Ber Çalakîya Roja Alaya Kurdistanê Têne Darizandin
Piştî bûyera agir li girtîgehê, Mezlûm Ebdî gihîşt Kobaniyê
Nûçegihanê Rûdawê: Li Kobaniyê 9 kesan canê xwe ji dest da
Wezîrê Pêşmerge: Proseya yekkirina hêzên 70 û 80ê bi serkeftî bi dawî hat
Serok Barzanî: Şoreşa Îlonê çavkaniya hêz û îlhama xebata rizgarîxwaziya gelê me bû