Ji Guterres rapora Îranê: Divê dawî li îdaman, cudakariyê û îşkenceyê bîne

.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, li ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê raporek belav kir. Di raporê de hate diyarkirin, ew daxwazê ji Îranê dikin ku demildest cezayên darvekirinê rawestîne, girtiyên siyasî û kesên ku bi awayekî bêserûber hatine binçavkirin, berde û dawî li îşkenceyan bîne. Herwiha daxwaz hat kirin ku yasaya cudakariyê ya li dijî jinan û hîcaba bi zorê bê betalkirin.

Zêdebûna Binpêkirinan

Di raporê de hatiye destnîşankirin ku piştî şerê 12 rojî yê navbera Îran û Îsraîlê, binçavkirin û cudakariyên li dijî Behayiyan, Kurdan, Belûç û Ereban zêdetir bûne. Îşkencekirina girtiyan bi taybetî jî ya girtiyên siyasî cihê fikaran e. Herwiha hat diyarkirin ku derxistina cezayê birîna li ser laş û lêdana qamçiyan binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan e.

Zêdebûna Darvekirin û Metirsiyên Nû

Di beşeke din a raporê de Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres got ku biryarên demên dawî yên serokê dadweriya Îranê yên ji bo lezkirina dozên li ser sîxûrî, girtina bêserûber, dadgehkirina nedadperwerî û darvekirin zêde bûne. Her wiha hat diyarkirin ku proje yasaya tûndkirina cezayên bi tometa ‘sîxûrî kirin’ gefeke cidiye li ser azadiya fikir û ramanê her wiha destgihiştina bi înternetê ye.

Amara Darvekirinan

Ev rapora Neteweyên Yekbûyî xwe dispêre daneyên rêxistina mafên mirov a Hana. Li gorî vê, sala borî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê zêdetirî hezar û 537 kes hatine darvekirin. Her wiha li gor rapora kampanya ‘Ji Sêşemên darvekirinê re na’ jî ji despêka salê ve hezar û 87 kes li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine darvekirin.

Kurdistan Haberleri

Muzexaneya Duhokê: Bîra dîrokî ya jiyana kurdewarî
Wezareta bergiriya Tirkiyê fermana seferbeglikê ji bo 7.686 kesan şand
Jimara kesên bê kar ji 13 milyonan derbas kir
Keştiya USS Gerald R. Ford dageriya DYAyê
Rapora Amnesty ya 2025an: Ji sedî 80yê îdaman li Îranê ne