Ji FKKS kampanyake bi wate; xwendina ”Mem û Zîn”ê

FKKS dîtin û bîrûbawerîyên Ehmedê Xanî yê xwe û zimanê wî hebûna xwe dibîne; bi vê minasebetê dest bi kamanyaya xwendina berhema Ehmedê Xanî ”Mem û Zîn”ê û weşanên kurdî dike û van kitêban wek dîyarî belav dike

Li ser rûxandina peykerê Ehmedê Xanî li navçeya Bazîdê  li her derê cihanê kurd  bertek nîşan dan; yek ji wan jî reaksîyoana Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê ye. Li ser malper û fecebooka resmî ya FKKS daxuyanîyekê hatîye çapkirin ku ew dest bi kampanya xwendina ”Mem û Zîn”ê ya Ehmedê Xanî kirine:

Beyana FKKSê ya 27. 06.2017ê wêha ye;

“Li Bakurê Kurdistanê Qeyûmê navçeya Bazidê peykerê Ehmedê Xanî rûxand. Şermezar dikin!

FKKS dîtin û bîrûbawerîyên Ehmedê Xanî yê xwe û zimanê wî hebûna xwe dibîne; bi vê minasebetê dest bi kamanyaya xwendina berhema Ehmedê Xanî ”Mem û Zîn”ê û weşanên kurdî dike! Û van kitêban wek dîyarî belav dike;

Yên dixwazin dikarin têkilî bi info@fkks.se re deynin! 
Ji bo kurdên derveyî Stockholmê ger ew heqê posteyê bidin ew jî kanin bibin xwedîyê kitêban!”

 

Avrupa Haberleri

Li Almanyayê dema hilbijartinan e: Banga ji bo Kurdan
Li Şingalê hêzên ewlehiyê dê ji nû ve bên bicihkirin
Yekîtiya Ewropayê ji bo reforman bangî hikûmeta Îraqê kir
Welatên Schengenê êdî wê mohrê li pasaportan nexin
Dronên Rûsyayê ketin nav sînorên 3 welatên Ewropayê