Ji Civata Kurdên Schweinfurt Bang: Piştgirîya îro ji derengbûna sibê baştire !

Civata Kurdên Schweinfurt (Kurdische Geminde Schweinfurt.e.V) bang kir û got: Banga me ji hemû Kurdistanîyên cîhanê re, piştgirîyê îro ji derengbûna sibê baştir e!

 

Banga Civata Kurdên Schweinfurtê wiha ye:

Roj roja yekîtîya neteweyî ye, lewra, em bang dikin û dibêjin tenê em bi hev re dikarin  pêşbikevin

Pêwîst e em bê deng û dereng nemînin!

 

 Hêzbû û   yekrêzîya Rojavayê Kurdistanê wê bibê hêvîya gelê Kurdên Cihanê .

 

Em wek Civata Kurdên Schweinfurtê, dubare banga Kurdistanîyên Cihanê dikin ku werin em destê xwe bidin hev

 

Ji bo birîna gelê me derman bikin, ji bo êş û jana gelê me li Rojavayê Kurdistanê kêm bikin û piştgirîya îro ji hemû deman pêwîstir û girîngtir e.

 

Werin em hemû piştgirîya aborî, dîplomasî û sîyasî bo Rojavayê Kurdistanê ragihînin û dereng nemînin!

 

Me, wek Civata Kurdên Schweinfurtê, alîkarîya aborî ji 19 malbatên ku li Rojavayê Kurdistanê re şand û gihand destên wan. Herwiha ji bo berdewamîya  piştgirîyan hewldanên me berdewamin

 

Banga me ji  bo hemû komele, kesayetîyên Kurd û Kurdistanîyên cîhanê ye.

Werin, pêwîstîya Rojavayê Kurdistanê bi alîkarîya we heye!

Werin, em wê pêngavê bi hev re xurt bikin

 

Kurdische Geminde Schweinfurt.e.V

 

Siyaset Haberleri

Belgenameyekî nepenî ya CIA’yê li ser rewşa kurdan di sala 1959’an de
Telika sala 1930 ya Tirkiyeya Kemalist: Soza xweseriyê ji bo jinavbirina tevgera kurd
Putin daxwaza hevdîtinê ya Zelensky red kir: ‘Şer hilbijart’
Serok Barzanî, Balyozê Tirkiyeyê qebûl kir
Endamên Kongressê ji Kurdistan24ê re: Em piştgiriya sînordarkirina desthilatên Trump dikin