Ji bo zarokan wê atolyeyên Kurmancî û Zazakî pêk bên

.

Zarokên ku temenê wan di navbera 4 û 10an de wê bikaribin beşdarî van atolyeyan bibin. Atolye wê online pêk bên.

Komeleya Lêkolînên Kurdî wê ji bo zarokan dest bi atolyeyên kurmancî û zazakî bike. Atolye wê di 18ê Îlonê de destpê bikin û heta 12 hefteyan dewam bikin.

Atolye ji bo her zaravayê wê ji du komên cuda pêk bên. Him ji bo kurmancî him jî ji bo zazakî wê kesên ku temenên wan di navbera 4 û 6ê de be bikaribin beşdarî nava koma yekem bibin. Di vê komê de kesên ku bi kurmancî û zazakî bizanibin, wê dersan bibînin. Koma duyem jî dîsa ji bo her du zaravayan, kesên ku temenên wan di navbera 7 û 10ê de be wê bikaribin serî lê bidin. Di vê komê de kesên ku bi zazakî an jî kurmancî bizanibin an jî nizanibin whe bikaribin beşdar bibin.

Atolyeyên zimanî wê bi rengekî online pêk bên.

Ji bo zanyariyê zêdetir û serlêdanê, bitikîne

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand