Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentoya Îraqê ragihand ku ew bi diyarkirina 11ê Nîsanê ya ji bo civîna taybet a hilbijartina Serokkomarê Îraqê ne razî ne.
Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentoya Îraqê Ferhad Etrûşî sedema vê yekê wekî "nebûna lihevkirineke niştimanî û siyasî ya li ser vê pirsgirêkê" nîşan da.
Ev helwesta Ferhad Etrûşî, piştî wê yekê hat ku Serokatiya Parlamentoya Îraqê roja civîna hilbijartina Serokkomar diyar kir.
Etrûşî ku li ser pişka Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di wê postê de ye, nerazîbûna xwe bi daxuyaniyekê anî ziman.
Ferhad Etrûşî di daxuyaniya xwe de got:
"Li ser bingeha berpirsyariya niştimanî û xwesteka me ya ji bo aramiya pêvajoya siyasî, em radigihînin ku em bi xişteya civîna 11ê Nîsanê ya ji bo hilbijartina Serokkomar ne razî ne."
Etrûşî bal kişand ser wê yekê ku di navbera pêkhateyan de li ser posta Serokkomar lihevkirineke niştimanî û siyasî nîne.
Ragihandina Parlamentoya Îraqê xişteya civînê belav kir.
Li gorî wê xişteyê, civîn dê 11ê Nîsanê were lidarxistin û di rojevê de tenê xala hilbijartina Serokkomar heye.
Banga ji bo dîyalogê
Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentoyê ji hevbeş û serkirdeyên pêvajoya siyasî xwest ku derfeta ji bo têgihiştineke zêdetir û dîyalogeke cidî biafirînin.
Ferhad Etrûşî destnîşan kir ku divê ji bo gihîştina bi lihevkirineke niştimanî ya li ser namzedê Serokkomar, nakokî werin derbaskirin da ku namzedekî ku piraniya aliyan pê razî bin were hilbijartin.
Li gorî bernameya kar, civîn dê saet 11:00 were lidarxistin.
19 namzed ji bo posta Serokkomar hevrikiyê dikin.
Namzedên herî diyar Fuad Husên (namzedê PDKyê) û Nizar Amêdî (namzedê YNKyê) ne.
Krîza namzedê Serokwezîriyê
Ferhad Etrûşî her wiha ragihand:
"Li ser namzedê Serokwezîriyê jî ti peyman nînin.
Ew posta herî girîng e di birêvebirina dewletê û pêvajoya siyasî de.
Mafê me ye ku em zanibin kî dibe namzed û nêrîna me li ser namzedkirina wî hebe."
Çarçoveya Hevahengiyê 24ê Kanûna Paşîn bi "piraniya dangan" Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî wekî namzedê Serokwezîriyê diyar kiribû.
Lê belê sê roj piştî wê biryarê, Serokê Amerîkayê Donald Trump li dijî namzediya wî derket.
Tê pêşbînîkirin ku beşek ji aliyên wê hevpeymaniyê ji bo guherandina namzedê xwe zextê bikin.
Li gorî destûrê, ji bo civîna taybet a hilbijartina Serokkomar divê du li ser sêya endamên Parlamentoya Îraqê (220 parlamenter) amade bin.