Wezîrê Petrolê yê Îraqê Basim Mihemed Xizeyr ragihand ku di navbera Hewlêr, Bexda û şirketên petrolê de peymaneke sêalî hatiye îmzekirin da ku petrola Herêma Kurdistanê tenê bi rêya SOMOyê were hinartin.
Birêvebirê Buroya Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde li ser pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re yên di sektora petrolê de û şirketên Amerîkayê pirs ji Wezîrê Petrolê yê Îraqê kir.
Wezîrê Petrolê yê Îraqê yê ku niha bi Serokwezîrê Îraqê re li Amerîkayê ye got:
"Me di navbera Herêma Kurdistanê, Wezareta Petrolê û şirketên ku li Îraqê dixebitin de peymaneke sêalî îmze kir.
Ew peyman rê dide ku petrol tenê bi rêya şirketa SOMOyê û bi mekanîzmaya SOMOyê were hinartin."
Basim Mihemed Xizeyr destnîşan kir ku niha dan û standinên wan ên li gel şirketên navneteweyî didomin û anî zimên:
"Ji bo zêdekirina şiyana hilberîna wan qadên ku li Herêma Kurdistanê ne, em li gel şirketên navneteweyî di nav dan û standinan de ne da ku hinartina petrolê zêde bibe."
Wezîrê Petrolê yê Îraqê eşkere kir ku hinek ji wan şirketên ku li Herêma Kurdistanê dixebitin, li qadên din ên Îraqê jî veberhênanê dikin û got:
"Hinek şirketên veberhênanê derfet bi dest xistiye. Wekî şirketa HKNê ya Amerîkayê ku dê li ser qada Hemrînê li gel Îraqê peymanê îmze bike."
"Şirket hevparên me ne"
Basim Mihemed Xizeyr piştgiriya hikûmeta Îraqê ya ji bo şirketên biyanî ducare kir û got:
"Em piştgiriyê didin hemû şirketên ku li Îraqê dixebitin, çi Amerîkayî bin çi Ewropayî bin yan jî şirketên din bin.
Em wan şirketên ku di sektora petrol û gazê de dixebitin, wekî hevparên xwe dibînin.”