Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê, prosedurên yasayî yên pêwîst ji bo bidestxistina nasnameyan ji bo Kurdên ku bi dehan sal in ji mafê welatîbûnê bêpar hatine hiştin, bi awayekî fermî eşkere kirin.
Wezaretê ragihand ku di vê çarçoveyê de li Şam, Heleb, Reqa û Dêrezorê û her wiha li Hisîçayê navendên taybet ên serlêdanê hatine avakirin.
Prosedurên yasayî û navendên serlêdanê
Biryara bi hejmara 144an û dîroka 16ê Kanûna Paşîn a 2026an ku ji aliyê wezaretê ve hatiye weşandin, esasên bicihanîna Karnameya Serokkomariyê ya Hejmar 13an diyar dike ku îmzeya Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer li ser e.
Armanca vê gavê ew e ku statuya yasayî bide wan Kurdên ku di serjimêriya 1962yan û piştî wê de ji welatîbûnê hatine derxistin yan jî qet nehatine tomarkirin (Mektum).
Wezareta Karên Navxwe tekez kir ku ev pêvajo dê di çarçoveya prensîbên "şefafiyeta yasayî, parastina mafên welatîbûnê û wekheviyê" de were birêvebirin.
Li gorî prosedura diyarkirî, kesên ku dixwazin welatîbûnê bistînin dikarin bi awayekî ferdî yan jî bi malbatî serî li navendên pêwendîdar bidin.
Ji serlêderan dê "belgeya nasandinê" (belgeya agahdarkirina nasnameyê) û belgeya îqameyê werin xwestin.
Lêkolîna di bin çavdêriya dadwer de
Ji bo dabînkirina şefafiyet û yasayîbûna proseyê, li her navendekê komîteyên taybet hatin avakirin ku dadwerek serokatiya wan dike.
Tê pêşbînîkirin ku ev komîte piştî wergirtina serlêdanan herî dereng di nava 20 rojan de biryarê bidin.
Dema serlêdanê wekî 30 roj hat diyarkirin û rayedaran da zanîn ku ev dem li gorî pêdiviyê dikare were dirêjkirin.
Mafê îtirazê û kontrola navendî
Ji bo welatiyên ku dixwazin îtiraza biryarên komîteyê bikin, 15 roj dema yasayî hat dayîn.
Hemû kar û bar dê ji aliyê komîteyeke navendî ve werin kontrolkirin ku Alîkarê Wezîrê Karên Navxwe serokatiya wê dike û lîsteyên dawî dê ji bo pesendkirinê pêşkêşî Wezîrê Karên Navxwe werin kirin.
Wezaret armanc dike ku bi vê mekanîzmayê prose bi awayekî bilez û adil were temamkirin.